H’emû nûçeSereke

Pêkanîna projeya “Rêya Tramp” di kîjan qonaxê de ye? Nîkol Paşinyan şîrove dike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan behsa xebata berdewam ya bi Dewletên Yekbûyî re li ser projeya “Rêya Tramp” kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, di civîna bi rojnamevanan re, serokwezîr Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku pêvajoya li dora projeya “Rêya Tramp” di qonaxa pêşveçûyîna bingehîn de ye.

Serokwezîr gotîye:”Niha em li ser çêkirina naveroka projeyê dixebitin.Çend pêkêt li ser maseyê ne, ku divê di yek belgeyê de bên temamkirin. Ev ji bo her projeyeke mezin pêvajoyek normal ya xebatê ye”.

Li gorî wî, têgihiştinên li ser pêkanîna projeyên avakirin yan jî binesazîyê li Ermenistanê pir caran xelet in: wisa xuya dike ku avakirin divê yekser piştî daxuyanîyê dest pê bike. “Em pir caran difikirin ku dema em dibêjin “Rêya Tramp”, divê her kes roja din siwarî êkskavatoran bibe û dest bi avakirinê bike. Lê her projeyek bi sêwirana berfireh, hesaban û amadekirina belgeyan dest pê dike”,- ewî tekez kirîye.

Paşînyan careke din bi bîr xistîye ku înîsîyatîva “Rêya Tramp” li ser prînsîpên ku di dêklarasîyona aşîtîyê ya Waşîngtonê de cîh digirin hatîye avakirin: yekparçeya axê, serwêrî, dadwarî, beramberî û neşikandina sînoran.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Tu çareserî nikare ji sînorên ku di wê daxuyanîyê de hatine destnîşankirin derkeve. Her du alîyan jî destnîşan kirine ku divê em bi leztirîn awayî bixebitin”.

Ewî tekez kirîye ku dînamîkên pêvajoyê heta radeyekê ji hêla bûyerên navneteweyî ve têne destnîşankirin.

“8 ê tebaxê, me li Waşîngtonê bi Dewletên Yekbûyî re lihevkirinek çêkir. Piştre, pêşketinên aloz yên li dora Ûkraînayê û Rojhilata Navîn dest pê kirin, ku serok Tramp û rêveberîya wî raste-rast tê de beşdar in. Heman kes, heman tîm jî li ser vê projeyê dixebitin. Ev rastî heta radeyekê bandorê li leza pêvajoyê dikin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button