H’emû nûçeSereke

Veberhênanên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê wê bigihîjin 2,5 mîlyard yûroyî

Veberhênanên ku ji hêla Yekîtîya Avropayê ve li Ermenîstanê têne kirin, ku bi rêya bernameyên cûre-cûre berê dimeşin, wê di dawîyê de bigihîjin 2,5 mîlyard yûroyî.

Li gorî “Armenpress” ê, hevpeyvîna bi rojnamevanên li herêma Syûnîkê re, balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos gotîye û tekez kirîye ku ev pabendbûneke pir girîng e ku Yekîtîya Avropayê ji sala 2021 ê vir ve girtîye ser xwe.

Maragos gotîye: “Ev projeyên ku berê têne bicîhanîn yan jî di qonaxa amadekarîyê de ne. Mînak, rêya Sîsyan-Kacaranê, di gel tûnêlê, beşek ji van înîsîyatîvan e. Ev veberhênan in ku em ji byûcêya Yekîtîya Avropayê dikin, bi cûrê deynên ku hukumeta Ermenîstanê hildide û her weha veberhênanên ku ji hêla hevkarên din ve di çarçoveya înîsîyatîva “Syûnîkê berxwedêr, Tîma Avropayê” de têne kirin”.

Balyoz bi hûrgilî daye zanîn ku veberhênana 2,5 mîlyard yûroyî înîsîyatîva “Yêrêvana kesk”, 87 otobûsên MAN yên ku di çarçoveya rêformên veguhastina giştî ya Yêrêvanê de hatine kirîn, nûjenkirina 50 baxçeyên zarokan li Yêrêvanê û her weha veberhênanên ku armanc dikin baştirkirina xetên veguhestina êlêktrîkê di navbera Ermenîstanê û Gurcistanê de ne, dihewîne, ku ev yek ji bo vekirina bazara êlêktrîkê ya Ermenîstanê pir girîng e da ku înîsîyatîv û veberhênanên ênêrjîya kesk li welêt zêdetir bibin.

Balyozê Yekîtîya Avropayê destnîşan kirîye ku “Ermenistan di warê hilberîna êlêktrîkê de bi rêya panêlên fotovolt yên rojê xwedî potênsîyaleke pir mezin e û vekirina ragîhandinên herêmî, ku ez hêvî dikim ku di çarçoveya pêvajoya aşîtîyê de pêk bê, wê gelek derfetên nû peyda bike. Ev ne tenê derfet ji bo karsazîyê ne, ew derfet ji bo gelê ermenî, ji bo aborîya Ermenîstanê, û her weha ji bo efirandina karên bêtir û bêtir bi kalîte ne”.

Maragos tekez kirîye ku Yekîtîya Avropayê mil bi mil li kêleka Ermenîstanê radiweste da ku alîkarîya welêt bike ku berxwedêrtir û serwêrtir bibe.

Sefîrê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê her wiha rola mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê di avakirina aşîtîyê li Kafkasya Başûr û normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button