H’emû nûçeSereke

Bernameya hevkarîyê ya nû ya bi Yekîtîya Avropayê re herî zêde di nav sê mehên bê wê bê îmzekirin: Mîrzoyan

“Qanûneke me heye ku hukumeta Ermenîstanê mecbûr dike ku sîyaseteke usa bişopîne û ji bo endametîya di Yekîtîya Avropayê de hewl bide. Em ê kengê serlêdan bikin, ez nikarim bi teqezî bêjim. Dibe ku meha bê, dibe ku sala bê. Ev bi gelek faktoran ve girêdayî ye. Çawa ku min gotîye, ev sîyaseta me ya fermî ye. Wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan   hevpeyvîna  bi DW ê re gotîye”.

“Û berî wê, bêyî ku em li benda raberkirina serlêdaneke fermî û bersiva Yekîtîya Avropayê bimînin, me berê dest bi xebata bi Yekîtîya Avropayê re kirîye û têkilîyên dualî bi girîngî kûrtir kirine”.

Peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê heye. Û me pêvajoya hêsankirina vîzayê dest pê kirîye. Ji min re xuya dibe ku ev pêvajo pir serkeftî diçe. Em her wiha li ser çend belgeyên nû danûstandinan dikin û xebata li ser bernameya hevkarîya nû temam kirine.

“Ew ê herî dereng di nav sê mehên bê de bê îmzekirin. Di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de gelek tişt diqewimin. Û ev jî balkêş e ku bê zanîn. Em dibînin ku welatîyên Ermenîstanê daxwaz dikin ku em bêtir pêşve biçin. Û me ji wan hin rexne li ser derengketin û prosêdûrên dirêj yên gengaz, prosêdûrên navxweyî bihîstîye”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der  behsa hêsankirina rêjîma vîzayê bi Yekîtîya Avropayê re di rewşa peymana wiha de kirîye û gotîye: “Pêşbînîkirin dijwar e. Lê em dikarin bêjin du sal. Yek yan du sal heyameke pir rastîn e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button