Fonda “Gava min” nûçeyên wergirtina 1.5 milyon dolarî ji SOCAR ê ya Adirbêcanê red dike

Fonda “Gava min” agahiyên ku li ser platformên Telegramê yên rûsî belav bûne û dibêjin fondê bi rêya hevaltîya pêtrolê û gazê ya Adirbêcanêye SOCAR bexşek 1.5 milyon dolar wergirtiye, red kirîye.
Daxuyaniya ku ji hêla fonda “Gava min” ve hatiye weşandin tê kirin:
“Bersiva weşanên li ser platformên Telegramê yên rûsî de, em radigihînin ku fond qet ji çavkaniyên gumanbar yên adirbêcanî yan biyanî piştgirîya darayî yan bexş wernegirtîye û tevlî tu cure danûstandinan nebûye. Îdiayên bi vî rengî bê bingeh in û li gorî rastiyê nînin”.
Raport ji bo raya giştî vekirî ne, û her kesê ku bixwaze dikare agahdarîya li ser bexşên salane û tevgerên darayî bibîne. Ev rapor dikarin li ser malpera fermî ya fondê bên dîtin: https://mystep.foundation/hy/reports/. Wekî din, fond her sal denetimek serbixwe derbas dike.
Fond bi rêya mêxanîzmayên vekirî û zelal yên navneteweyî yên pejirandî (https://mystep.foundation/hy/donors/) bexşan pêk tîne. Weşandina wan di çarçoveya prosedurên damezrandî de, bi rêzgirtina mafên bexşvanên ku tercîh dikin ku nenas bimînin, tê kirin.
Parastina nepenîtîyê di pratîka fondên xêrxwazî û bi giştî di warê xêrxwaziyê de bi tevahî qanûnî û pratîkek hevpar e.
Fond raporên darayî û girîng yên salane li ser malpera xwe diweşîne.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin:Fonda “Gava min” qet tu cure danûstandinek nekiriye ku prînsîpên şefafiyet û pêbawerîya çalakiyên wê binpê bike.
Weşanên berfireh yên li ser mijara wergirtina veguhastinê ji çavkaniyên Adirbêcanê bi tevahî dezînformasyon in”.







