H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan hêvî dike ku sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de di demek nêzîk de vebe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku dîyaloga erênî ya di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de hêvî dide ku dibe ku sînorê di navbera her du welatan de vebin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li  konfêransa 5 emîn ya forûma “Rêya hevimiş” ya li Tibîlîsîyê, pêrspektîvên normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de kirîye, elam kirîye.

“Dîyaloga erênî ya di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de hêvî dide ku alî di demeke nêzîk de karibin sînoran vekin. Em ne tenê ji hêla sîyasî ve, lê di heman demê de ji hêla têknîkî ve jî amade ne ku ji îro pê ve tranzîta avtomaşînan ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê û  ji Adirbêcanê ber bi Tirkîyayê ve, bi rêya axa Ermenîstanê mîsoger bikin. Him rê û him jî binesazîya sînor ya Ermenîstanê ji bo vê yekê li ser rêya Margara-Yêxêgnazor-Sîsîan-Gorisê amade ne. Ji hêla siyasî ve, em amade ne ku tranzîta ji Komara Xweser ya Naxçêvanê ber bi beşa sereke ya Adirbêcanê û di alîyê berevajî de bi rêya axa Ermenîstanê bi heman awayî mîsoger bikin, lê ji hêla têknîkî ve em hîn ji ber nebûna binesazîyê ne amade ne. Ji hêla sîyasî ve, em amade ne ku tranzîta rîya hesin di navbera Tirkîyayê û Komara Xweser ya Naxçêvanê û her weha di navbera Tirkîyayê û beşa sereke ya Adirbêcanê de mîsoger bikin, lê rîya hesin di van beşan de hewceyê tamîrkirin yan ji nû ve avakirinê ye. Ez piştrast im û hûn dikarin piştrast bin ku ev pirsgirêkên têknîkî wê di nav 2-3 salên din de bên çareser kirin”,- serokwezîr Paşînyan tekez kirîye.

Serokwezîr her wiha destnîşan kirîye ku di demek nêzîk de, wê lûle û xetên êlêktrîkê di nav axa Ermenîstanê de ji Adirbêcanê heta Naxçêvanê û her weha Adirbêcan-Ermenîstan-Tirkîyayê bên çêkirin û girêdanên veguhastina rîya hesin wê be mîsogerkirin.

Serokwezîr gotîye:”Ev hemû di çarçoveya bernameya TRIPP de di bin nîqaşê de ne û em bi Tirkîyayê û Adirbêcanê re jî di nîqaşên têkildarîyê de nin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button