H’emû nûçeSereke
Em bi kêfxweşî bêjin ku Ermenîstan gav bi gav ji dorpêçê derbaz dibe: serokwezîr

Guhertinên bingehîn di avahîya aborîya me de wê çêbibin. Em bi kêfxweşî destnîşan bikin ku Ermenîstan gav bi gav ji dorpêçê derbaz dibe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dema civîna hukumetê de ragîhandîye.
“Ev du roj in, tê nîqaşkirin ku Adirbêcanê rakirina sînordarkirinên hinardekirinê yên ji bo Ermenîstanê ragîhandîye, û min di qada navneteweyî de, di konfêransa “Rêya hevirmişê” ya li Tibîlîsîyê, spasîya xwe ji bo vê biryara serokê Adirbêcanê anîye ziman. Ez dixwazim li vir jî heman tiştî bikim, ji ber ku ew biryareke pir girîng e, û ew nîşan dide ku danezana Waşîngtonê û peymanên ku hatine bidestxistin, wek ku hin cîh hewil didin raber bikin, ne daxuyanîyek in. Ew daxuyanîyek e ku encamên berbiçev anîye”.







