H’emû nûçeSereke

Ji sala 2018  a vir ve li Ermenîstanê 222 hezar cîhên kar hatine efirandin:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan civîna hukumetê de amarên nû yên kar  raber kirine.

“Ji îlona sala 2025 a vir ve, cara yekem di dîrokê de, hejmara karên qeydkirî û bi mûçe li Ermenîstanê ji 800,000 î derbaz bûye. Di dîrokê de, me qet hejmareke wisa nedîtîye. Ji îlonê vir ve, ew 805,687 bûye”.

“Piştî sala 2018 a, me baca dahatê li Ermenîstanê bi girîngî kêm kirîye. Me pêşî baca dahatê ya sêqatî, kîjan 36 selef, 26 selef û 23 selef bûye, kirîye baceke sabît û niha baca dahatê li Ermenîstanê 20 selefe. Ev tê vê wateyê ku faîza zêde li cem mirovan maye, û hemî analîzên me yên aborî nîşan didin ku di aborîya Ermenîstanê de pere heye, ji ber vê yekê, ew jî bi giranî bi şîyanên hêza kar, kesan, karsazîyên biçûk û navîn ve girêdayî ye ka mirov çiqas ji gerandina wî pereyî dikarin bigirin. Li vir karîgerîya kar, karîgerîya rêxistina karsazîyê, perwerdê, pêşkeftina domdar ya şîyanên mirov heye. Lê polîtîkayên me nîşan didin ku ew polîtîkayên ku pêşkeftinê pêşve dixin in, wek din, ev pêşkeftin wê ji kîderê bê, mezinbûna aborî wê ji kîderê bê? Wekî din, her gava ku mezinbûna aborî li Ermenîstanê çêdibe, hewl tê dayîn ku ew bi hin faktorên derveyî ve bê girêdan ew tên û diçin, lê mezinbûna aborî dimîne. Ev tê vê wateyê ku hîn jî hin faktorên bingehîn hene ku aramîya mezinbûna aborî diparêzin”,- Nîkol Paşinyan gotîye.

Wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan destnîşan kirîye ku li gorî sala borî, para herî mezin di beşa mûçeyan de ji 500 hezar heta 2 mîlyon diramî zêde bûye.

“12,603 ​​cîhên kar zêde bûne.Heger par 85,072 bûye, îsal bûye 97,675, zêdebûneke 14.8 selef hejmara kesên ku mûçeyê 2 mîlyon diram yan jî zêdetir werdigirin bi 7.6 selefî zêde bûye, zêdebûna bi 8.5 selefê, ji 150,000 î gihîştîye 500,000 î.”

Heger par ew kesên ku di navbera 500 hezarî  2 mîlyon  mûçe werdigirtin  11,1 selefê mûçewergirên me pêk dianîn, îsal ji xwe ev rêje ji 12,1 selefe, ango rêjeya kesên ku di navbera 500 hezar 2 mîlyon  mûçe werdigirin  û heger ew kesên ku par ji 2 mîlyonî zêdetir werdigirtin  1,3 selef bûn, îsal ew  1,4 selefin. Bi gotineke din, li vir pêşketinên erênî hene”,- Papoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button