H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê îhtîmala derbazbûna barên Rûsyayê bo Ermenîstanê piştrast kirîye:Ovêrçûk

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk ragîhandîye ku “Rîya Rûsyayêye hesinî” niha bi hevkarên xwe yên herêmî re mijarên organîzasîyakirina tranzîta barên Rûsyayê bi rêya axa Adirbêcanê bo Ermenîstanê nîqaş dike,TASS ê ragîhandîye.

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandîye ku Bekûyê qedexeyên li ser derbazbûna baran ji axa xwe bo Ermenîstanê rakirîye.

Ovêrçû destnîşan kirîye ku “Alîyê Adirbêcanê piştrast kirîye ku ji bo veguhestina berhemên Rûsyayê bo Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê, rîya Adirêcanêye hesinî dikarin bên bikaranîn. Di vî warî de pêşketinên me yên pir balkêş hene.Niha rîya  Rûsyayêye hesinî, digel hevkarên xwe yên li herêmê, pirsgirêkên organîzasîyakirina van veguhestinan çareser dikin. Di heman demê de, talîmatên têkildar ji wezîreta malhebûyîyê re hatine dayîn da ku vê rêça lojîstîkê ya nû pêşve bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button