H’emû nûçeSereke

Deranîna eşîyayên bi esilê xwe ermenî bi 6,8 selefî zêde bûye

Deranîna ji Ermenîstanê di navbera mehên çile-tebaxê bi 48.8 selefî kêm bûye, lê tenê hinardekirina eşîyayên bi esilê xwe ermenî bi 6.8  selefî zêde bûye.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan  dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna “Li ser byûcêya dewleta  Ermenîstanê ya sala 2026-a ”  di civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî ya  parlamêntêda gotîye.

Hovhannîsyan gotîye:”Mehên çile-tebaxê de, hinardekirina eşîya bi 48,8  selefî kêm bûye, bi giranî ji ber kêmbûna tund ya ji nû ve hinardekirina zêr, zîv û platînê. Hinardekirina eşîyayên bi esilê xwe ermenî bi 6,8  selefî zêde bûye”.

Mehên çile-tebaxê de, hawirdekirina eşîya bo Ermenîstanê bi 34,9  selefî kêm bûye.Wezîr ev yek bi giranî bi kêmbûna ji nû ve hinardekirinê ve girêdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button