H’emû nûçeSereke

Pirsa cîguhastina bara tevî Rûsîyayê tê gotûbêjkirinê: wezîrê karên der

Pirsgirêkên ku pêşîya şofêrên Ermenîstanêye barbir sekinîne, tevî hevkarên Rûsîyayê tên gotûbêjkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

“Em pirsa derheqa pirsgirêkên ku pêşîya şofêrên ermenîye barbir sekinîne gotûbêj dikin.Em zanin,wekî destûra çûyîna li Rûsîyayê 90 roje.Ev yek dijî qanûnên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye.Bêguman, ev yek usa jî pirsgirêka şofêrên welatên yekîtîyêye mayîne, pirs tê gotûbêjkirinê û em hêvîdarin wekî pêşerojêda helkirinên pirsa wê biqewimin”,-Mîrzoyan gotîye.Wezîrê karên der usa jî gotîye,wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê, yên întênsîv û girîngin.

Bi gotina wî, nava vî wedeyîda di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînda çend hevdîtin û axavtinên bi têlefonê qewimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button