60 selefê nifûsa Ermenîstanê 24 demjimêran bi ava vexwarinêva tê dabînkirin

Nêzîkî ji 60 selefê nifûsa Ermenîstanê 24 demjimêran bi ava vexwarinê tê dabînkirin û civak hene ku dabînkirina avê tê de, bo nimûne, ji bo 4, 6, yan 8 demjimêran tê rêkûpêk kirin.
Li gorî “Armenpress”, derheqa wê yekêda wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê yê Komara Ermenîstanê, Davît Xûdatyan di civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên parlamêntê de di dema nîqaşên destpêkê yên pêşnûmeya qanûnê “Li ser byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanê ya sala 2026” a, bi îşaret bi pirsa parlamenter Gêxam Nazaryan ya li ser çend wargehên bajarî yên ku dabînkirina avê ya 24 demjimêran tune ne, gotîye.
Xûdatyan gotîye: “Nêzîkî 60 selefê nifûsa Ermenîstanê bi ava vexwarinê ya 24 sehetan tê dabînkirin, ev bi piranî ew dever in ku di qada xizmeta “Vêolia cûr” de ne. Civakên me hene ku bi xwe xizmetê didin binesazîya ava vexwarinê. Li hin ji van civakan dabînkirina avê ya 24 sehetan heye, li yên din dabînkirina avê ya birêkûpêk heye, ku ne 24 sehetan e, bi piranî li deverên gundan e. Mînak, di nav rojê de ji bo 4 sehta, 6 seheta yan 8 seheta av heye, lê bi bernameyek zelal”.
Wezîr qebûl kirîye ku hin dever hene ku dabînkirina avê pirsgirêk e û bernameyek birêkûpêk tune ye. Lê dewlet pêşxistina binesazîya avê wekî pêşînîyek dibîne, ji ber vê yekê ew di warê bernameyên sûbvênsîyonê de wekî pêşînîyek dibîne.
Ewî piştrast kirîye ku bernameyên ku ji hêla civakan ve ji bo sûbvênsîyonan têne raber kirin, ku armanc dikin ku pergalên ava vexwarinê û avdanê modêrn bikin, wek pêşîn têne pejirandin, û dewlet bi rêjeyên bilind hevfînansekirinê peyda dike.







