H’emû nûçeSereke

Em bawerîya xwe bi dêmokrasîya Ermenistanê tînin: Sêrgêy Lagodînskî

Civîna giştî ya meclîsa parlamêntar ya Yêronêstêye  12 emîn  ku li Yêrêvanê tê lidarxistin, hevserokê meclîsê Sêrgêy Lagodînskî rêya dêmokratîk ya ku Ermenîstanê hilbijartîye pir pesinê xwe daye û tekez kirîye ku Yêvronêst bawarîya xwe bi rayedar û gelê Ermenîstanê tîne.

Li gorî «Armenpress» ê, Lagodînskî gotîye: “Alîyê ermenî yê ku mazûvanîya me kirîye, tevî zehmetîyên têkildarî pêvajoya aşîtîyê û herikîna penaberan, bi mazûvanîya me erkê xwe bi awayê herî profêsîyonal pêk anîye. Hûn jî mîna serokwezîrê xwe Nîkol Paşînyan, ku aşîtî û dêmokrasîyê teşwîq dike, wêrekî nîşan didin”.

Ewî tekez kirîye ku dêmokrasî pêvajoyeke domdar e, ku rexne û axaftina vekirî beşek jê ne.

“Erê, tu dêmokrasî bêkêmahî nîne.Yekîtîya Avropayê jî bêkêmahî nîne. Em dikarin hin alîyên dêmokrasîya we rexne bikin, mîna ku hûn dikarin ya me rexne bikin, lê tiştek eşkere ye: em ji dêmokrasîya we, ji welatê we û ji hukumeta we bawer dikin”,- hevserokê Yêvronêstê dîyar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button