SerekeSîyasî

HSD ê lîsteya fermandarên xwe ji bo tevlîbûna di nava artêşa Sûryayê de raber kirîye

Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) lîsteyek ji navên fermandarên xwe radestî hevpeymanîya navdewletî kirîye, ji bo ku tevlî nava artêşa Sûryayê ya nû bibin. Li gorî agahîyan, navên nêzîkî 70 fermandarên ku di şerê li dijî DAIŞ ê de beşdar bûne, di lîsteyê de hene.

Li gorî jêderên “North Press” ê, lîste navên fermandarên sê firqeyên leşkerî yên ku wê tevlî artêşa Sûryayê bibin, li xwe digire. Li gorî planê, yek ji van firqeyan wê li herêma Cizîrê, ya duyem li herêma Firatê û ya sêyem jî li Dêrezorê be.

Herwiha, lîste navên fermandarên sê lîwayên taybet yên girêdayî serokerkana artêşê jî dihewîne.Yek ji van lîwayan wê bi taybetî li ser “têkoşîna li dijî têrorê” bisekine û wê li seranserê axa Sûryayê bi hevrêzîya bi hêzên hevpeymanîya navdewletî re bixebite. Li gorî heman jêderan tê payîn ku 30 selefê fermandarên di nava desteya serokerkanê de, wê ji HSD ê bin.

Jêderên rojavayî rastîya radestkirina lîsteyê ji alîyê HSD ê ve piştrast kirîye û gotîye: “Em hêvîdar in ku tevlîbûn di demeke nêzîk de pêk bê”.

Ev pêngav di çarçoveya daxuyanîyên berê de tê.10 ê cotmehê, fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî di salvegera 10 emîn ya damezrandina hêzên xwe de gotibû ku HSD wê bibe “beşeke bihêz ya artêşa Sûryayê ya ku tê avakirin” û yekîneyên wan yên dijî-têrorê wê xebata xwe li ser asta niştimanî bidomînin.

Piştre, 13 ê heman mehê de, şandeke leşkerî ya HSD ê serdana Şamê kiribû ji bo gotûbêjkirina tevlîbûnê. Endamê fermandarîya giştî ya HSD ê Sîpan Hemo ragîhandibû ku ew gihiştine hin “lihevkirinên devkî” lê heta niha tu peymanên îmzekirî nînin.

Tîrmeha borî de jî, nûnerê Amêrîkayê yê ji bo Sûryayê Tomas Barak gotibû: “HSD hevpareke girîng e ji bo hukumeta amêrîkî… û dikare tevlî artêşa Sûryayê bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button