H’emû nûçeSereke

Ermenîstan xwedîyê rêzêrvên mezin yên madeyên girîng e: sênatorê Amêrîkayê

Ermenîstan û Adirbêcan xwedî çavkanîyên xwezayî yên girîng in.Bekû yek ji girîngtirîn îxraçkarên gaz û pêtrolê yên cîhanê ye, bi binesazîya ku dihêle bar bi rêya Tirkîyayê ber bi Avropayê ve bên veguhastin, di heman demê de Ermenîstan xwedî rêzêrvên mezin yên sifir, serşok, çînko, qalayî û mînêralên din yên girîng e. Derheqa wê yekêda sênatorê Amêrîkayê Stîv Dêyns elam kirîye.

“Adirbêcan ji bo Îsrayêlê jî hevkareke girîng e, piranîya gaza ku ji bo aborîya wê tê bikar anîn dabîn dike raste-rast bi Îranê re dabînkirina ênêrjîyê ya stabîl mîsoger dike”.

Li rojhilatê  dewlemendîya Asyaya Navîn di şiklê korîdora navendî de, rêyeke bê asteng ji bo sefera ber bi Rojavayê ve ku rê dide hevaltîyên avropî û amêrîkî ku veberhênanên demdirêj bikin, bi bawerîya xwe bi derfetên veguhastinê yên demdirêj.

Dewlemendîya ênêrjî, maden û çandinîyê ya Asyaya Navîn dikare bibe alîkar ku zincîrên dabînkirinê yên nazik yên Rojavayê xurt bibin û çavkanîyên nû yên hêza neteweyî û mezinbûna aborî raber bike.

Ev çavkanî dikarin piştgirîyê bidin welatên ku ew ji wan derbaz dibin û dahatîyeke stabîl ji bo hem Ermenîstanê û him jî Adirbêcanê peyda bikin.

Rewşa heyî derfetên nû vedike ji bo temamkirina 20 mîlên dawîn yên borîyên Transkaspîyê yên ku demeke dirêj e têne plankirin, ku wê bihêle ku gaza tirkmênî bi rêya binesazîya borîyên heyî bigihîje Rojavayê û bi girîngîyê kêm bike, yan jî dibe ku bi dawî bike, girêdayîbûna Avropayê bi gaza Rûsyayê re.

Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêşketineke dîplomatîk e û mînakeke ji bo avakirina aşîtîyeke bi rastî jî sûdmend e.

Bi rêya çareserkirina pirsgirêkên nûjen, pabendbûneke wêrek ya ji bo aşîtîyê û biryardarîyeke bê şik, Ermenîstan, Adirbêcan û Dewletên Yekbûyî bi hev re ber bi paşerojeke nû, geştir û ewletir ve diçin.

Bi dehsalan berê, şêwirmendê ewlehîya netewey Cîmî Karêr, Zbîgnêv Bjêzînskî, xeyal dikir ku dewlemendîyên hewza behra Kaspîyê bikar bîne, û ev peyman gaveke din me nêzîkî wê armancê dike.

Ji bo pêkanîna vê yekê tenê serokkomarekî bi biryar û tîmeke dîplomatên jêhatî hewce bûn.

“Rojên danûstandinên bêdawî û sozên vala bi dawî bûn, dîplomasîya amêrîkî di bin serokatîya serok Tramp û sêkrêtar Rûbîo de vegerîya. Ez li bendê me ku xebata dawîkirina vê peymana aşîtîyê û kirina wê pêşeroja geş bibe rastî”,-Dêyns daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button