H’emû nûçeSereke

Ermenistan wê ji Almanîyayê alîkarîya 152 mîlyon yûroyî  bistîne

Hukumeta Almanîyayê wê alîkarîya 152 mîlyon yûro piştgirî bide Ermenistanê.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan vîdyoyekê de ku ji Bêrlînê hatîye kişandin, ragîhandîye.

“Hukumeta Almanîyayê wê  alîyakarîya 152 mîlyon yûro bide Ermenîstanê.Ev encama sereke ye ku me di civîna hevbeş ya komîsyona navhukumetî ya Ermenîstan-Almanyayêye li Bêrlînê bi dest xistîye, ku ez ji alîyê Ermenîstanê ve serokatîya wê dikim. Ji van 152 mîlyon yûroyî, 18 mîlyon yûro alîkarî yên nevegerbar in û 134 mîlyon jî deynan in ku rêjêya faîzê pir kêm e, hinekî ji 0 bilindtir e”,-Papoyan gotîye.

Wezîr daye zanîn ku ev hemû  pere wê ji bo pêşxistina karsazîyên biçûk û navîn li Ermenîstanê, pêşxistina ênêrjîya nûjen û pergalên avê û çareserkirina gelek pirsgirêkên girîng yên aborîya Ermenîstanê bên terxankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button