
Piştî zêdetirî du salan ji rawestandinê, biryar e ku îro seheta 1:00 ê balafira yekê ji Stembolê bigihîje balafirxaneya navneteweyî ya Silêmanîyê û seheta 3:00 a dîsa vegere Tirkîyayê.
Li gorî zanyarên Kurdistan 24 ê, biryar e ku her heftîyê, di rojên şemî, duşem, sêşem û înîyê, geştên di navbera balafirxaneya Silêmanîyê û Tirkîyayê bi rêya xeta balafirvanîya Turkish Airlinesê bên kirin.
Şîrketa Turkish Airlines ê ya balafirvanîyê ragîhandmye: “Ew balafir wê seheta 22:30 şev bi dema Stembolê ber bi Silêmanîyê ve biçe û seheta 1:10 ê bi dema Kurdistanê wê bigihîje Silêmanîyê”.
Rawestandina geştên asmanî yên balafirxaneya Silêmanîyê ji bo Tirkîyayê bandor li ser geştên welatîyan, bi taybetî jî yên bazirganên bajarê Silêmanîyê, kiribû.
Qedexeya geştên asmanî yên Tirkîyayê ji bo balafirxaneya navneteweyî ya Silêmanîyê 3 ê nîsana sala 2023 a de bi biryareka fermî ya hukumeta Tirkîyayê hatibû destpêkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 9 ê cotmeha sala 2025 a bi serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan re civîyabû û li ser cezayên li ser balafirxaneya Silêmanîyê nîqaş kirine. Êrdogan di wê civînê de li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî biryar da ku cezayên li ser balafirxaneya Silêmanîyê rake.







