Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê behsa daxuyanîyên Elîyêv kirîye

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan li ser daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv yên li ser gola Sêvanê axivîye. Bi ragîhandina “Armenpress” ê, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsara waha raber kirîye.
Heger em têra xwe paşda vegerin, demekê de em ê navê Sêvanê li ser xerîtên kevin nebînin. Di şûna wê de, em ê behra Gêxamayê yan behra Gêxarkûnîkê bibînin. Û em ê Adirbêcanê nebînin. Lê tu wateya paşdaçûyînê tune.Em gerekê pêşda herin. Rûben Rûbînyan nivîsîye ku hemû xalê daxuyanîya 8 ê tebaxê ev e.
Serokkomarê Adirbêcanê dîyar kirîye ku xerîtên kevin yên împaratorîya Rûsyayê yên ji destpêka sedsala 20 î bi awayekî zelal nîşan didin ku hema hemû navên li axa Ermenîstana îroyîn bi esilê xwe adirbêcanî ne.
Serokê Adirbêcanê gotîye: “Gola Sêvanê tune ye, lê gola Gyoyçayê heye. Me ew xerîte xêz nekirine, ew ji alîyê Rûsyaya sar ve hatine xêzkirin, ku demekê ermenî ji Îranê û Anatolîya Rojhilatê anîne Qerebaxê da ku pêkhateya êtnîkî biguherînin”.







