H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê kirîna têxnîka leşkerî bidomîne: Papîkyan

Ermenîstan wê li gorî pêdivîyên xwe rêformên di sêktora parastinê de, kirîna çek û têxnîka leşkerî, bidomîne.

Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye, behsa mijara kêmkirina lêçûnên parastinê yên sala 2026 a  kirîye.

Papîkyan gotîye ku byûcêya parastinê ya sala 2026 a de li gorî byûcêyên salên berê tu cudahî tune.Wezîr zelal kirîye ku li gorî byûcêya sala  2025 a cudahîyeke berbiçev heye, ku ev jî ji ber wê yekê ye ku par lêçûnên wezîreta parastinê, ku lêçûyîn hatine kirin, bi awayekî berbiçev zêde bûne.

Papikyan gotîye:”Heger em sala 2026 a himberî sala 2024 a bikin, ev leza pêşketinê ya xwezayî ye”.

Ewî tekez kirîye ku di vê yekê de tiştekî neasayî tune.

“Ermenîstan wê li gorî hewcedarîyên xwe rêforman bidomîne, di nav de kirîna çek û alavên leşkerî jî. Lê 8 ê tebaxê rastîyeke girîng e, û em nikarin wê wek rastîyeke qedîyayî qebûl nekin. Bê guman, divê encamên vê yekê hebin”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button