H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan ji bo tevlîbûna di lîsteya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” de hatîye berbijêrkirin

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê, serokê partîya “Peymana sîvîl” Nîkol Paşînyan ji bo hilbijartinên parlamêntîyê yên  sala 2026 a di lîsteya rêjeyî ya partîyê de wek namzed hatîye destnîşankirin. Bi ragîhandina  “Armenpress” ê, serokwezîr li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye:

“Ez hatim berbijêrkirin”,ewî nivîsîye û wêneya nameya êlêktronî parve kirîye.

Partîya “Peymana sîvîl” ragîhandibû ku namzed dikarin ji 1 ê mijdarê heta 30 ê mijdara  sala 2025 a,  xwe namzed bikin, da ku di lîsteya rêjeyî ya partîyê de ji bo hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a dî cîh bigirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button