H’emû nûçeSereke
Sala 2025 a 17 hezar kesan hemwelatîbûna Ermenîstanê wergirtine

Bi fermanên serokkomarê Ermenîstanê, nava 9 mehên pêşin yên sala 2025 a 17,180 kesan hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê wergirtine, ku ev ji heman serdema sala borî bi 15,5 selefî zêdetir e.Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye karên hundur Arpînê Sargsyanê 3 ê mijdarê, di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûceya dewletê ya sala 2026 a, di rûniştina hevbeş ya komîteyên daîmî yên parlamêntê ragîhandîye.
Sargsyane gotîye: “Di heman demê de, hemwelatîbûna 3,166 kesan hatîye betalkirin. Li vir jî zêdebûn heye. Ew gihîştiye 10,7 selefî. Lê belê, di wêneyê giştî de, hejmara kesên ku hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê wergirtine serdest e”.







