Nîkol Paşînyan dîrokên serkeftinên dawî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de rêz kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast kirîye ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî hatîye damezrandin.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, di konfêransa navneteweyî ya bi navê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkariya piralî” de, serokwezîr tekez kirîye ku îro dikare bê zanîn ku di navbera Ermenîstanê û Adirbecanê de dîrokên serkeftinê hene, ku destpêka wan pêvajoya dîyarkirina sînor bûye ku sala 2024 a de di navbera her du welatan de dest pê kirîye.
Paşînyan gotîye:”Li ser talîmatên min, dezgehên dewleta me serdanên nûnerên civaka sîvîl, rewşenbîr, kesayetên sîyasî, kesayetên partîyan û hemwelatîyên me yên li dîasporayê bo Kîransê û deverên cînar yên hatine destnîşankirin li dar dixin da ku nîşan bidin ka em bi rojeva aşîtîyê çi dibêjin. Divê ez raste-rast û bi rastî bêjim: heta niha min tu bertekek neyînî, heta yek bertek jî, ji bo her tiştê ku em li ser erdê nîşan didin, tune ye”.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku dîroka serkeftinê bi îmzekirin û paşê pejirandina rêziknameya li ser çalakîyên hevbeş yên komîsyonên nîşandana sînoran ji hêla Ermenîstanê û Adirbêcanê ve berdewam kirîye, ku bûye yekem belgeya navneteweyî di navbera her du welatan de. Nîkol Paşînyan bi bîr xistîye ku belgeyê destnîşan kirîye ku danezana Alma-Atayê wê prînsîpa bingehîn ya nîşandana sînoran di navbera welatan de be.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Ev xaleke werçerxê ye di avakirina têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstane û Adirbêcanê de, ku her du welat li ser bingeha danezana Alma-Atayê ya sala 1991 ê yekparebûna axa hevdu nas dikin, ku tê vê wateyê ku Ermenîstan û Adirbêcan qebûl dikin ku axa Adirbêcana serbixwe bi axa komara sosyalîst ya sovyêtê ya Ermenîstanê re yek e, û axa Ermenîstana serbixwe bi axa komara sosyalîst ya sovyetê ya Ermenîstanê re yek e. Ev rastî di metna peymana aşîtîyê ya îmzekirî û her weha di danezana Waşîngtonê de jî hatîye tomar kirin”.
Li gorî serokwezîrê Ermenîstanê,dîroka serkeftina herî mezin lûtkeya aşîtîyê bûye ku 8 ê tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê pêk hatîye, ku di encamê de daxuyanîyek hatîyee pejirandin û peymanek li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîyee îmzekirin. Nîkol Paşînyan tekez kirîye: “Bi vî awayî, aşîtî di navbera Komara Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin”.







