H’emû nûçeSereke
Trênek bi genim barkirî bi rêya Adirbêcanê ber bi Ermenîstanê ve çûye /vîdyo/

Li gorî daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li Qazaxistanê ku Bekûyê hemû qedexeyên li ser tranzîta baran bo Ermenîstanê derxistîye, trênek bi genim barkirî di ser axa Adirbêcanê ber bi Ermenîstanê ve çûye. Medyaya Adirbêcanê radigihîne ku 4 ê mijdarê, seheta 00:15 deqeyî, 15 vagonên genim bi giranîya giştî 1048 tonn 800 kîlogiram bi rêya axa Adirbêcanê û Gurcistanê ji Fêdêrasîyona Rûsyayê hatine derxistin. Ew ji bo stansîya Dalarîkê ya li Ermenistanê hatine şandin.
Bîr bînin ku serdana xwe ya fermî ya bo Qazaxistanê 21 ê cotmeha sala 2025 a serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandibû ku Bekûyê hemû qedexeyên li ser derbazbûna baran bo Ermenistanê derxistine.







