Li gorî pispora rûs, Rûsya rastîyên nû û guhertinên ku li Başûrê Kafkasîyayê diqewimin li ber çavan digire

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û “Rêya Tramp” girîngîya derbazbûna ji mentîqa jeopolîtîkê ber bi mentîqa aborî ve nîşan didin, û her tiştê ku îro li Başûrê Kafkasîyayê diqewime nîşan dide.
Li gorî “Armenpress” ê, ev nêrîn cîgira rêvebera înstîtûta lêkolînê ya Prîmakov ya aborîya cîhanî û têkilîyên navneteweyî ya Fêdêrasîyona Rûsyayê Vîktorîa Jûravlyovayê li konfêransa “Forûma Orbêlî 2025: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de elam kirîye.
Jûravlyovayê gotîye: “Kafkasyaya Başûr demeke dirêj e di nav pevçûyînan de ye û vê rewşê helwestên dewletan li hember hev dîyar kirîye.Nêzîkatîyên nakok her derfetên pêşkeftinê asteng kirine. Aborî, berî her tiştî, hevkarîya sûdmend ya hevbeş e, pêşbazîya aborî ya saxlem jî nîşan dide ku hemî alî dikarin jê sûd werbigirin. Rûsya wê destpêkirina korîdora Bakûr-Başûr pêş bixe, û her weha wê beşdarî înîsîyatîva ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ve hatîye raber kirin bibe. Hemî proje ji bo pêşkeftineke berfireh û giştî şert û mercan diefirînin, derfetên her welatekî zêde dikin”.
Li gorî wê, her ku welat bêtir hewil bidin ji bo pêşxistina herêmeke dîyarkirî, ew qas bêtir sûd werdigirin, û niha hemî alîyên eleqedar bi vê rêbazê têne rêve kirin, ku yek ji wan Rûsya ye.
Pispora rûs gotîye:”Tramp peymaneke bêhempa pêşnîyar kirîye, ku di serî de li ser berjewendîyên Dewletên Yekbûyî, ku ev tiştekî xwezayî ye, ji ber ku her welatekî ku dixwaze veberhênaneke dîyarkirî li Başûrê Kafkasîyayê bike, berî her tiştî berjewendîyên xwe yên neteweyî û jîyanî li ber çavan digire. Nêrîna derxistina Rûsyayê ji herêmê bi faktora pevçûyînê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê divê ew bê derbazkirin. Ev nayê wê wateyê ku divê em rastîyên dîrokî yên herêmî li ber çavan negirin, êşa tu welatekî li ber çevan negirin, lê di heman demê de tê wê wateyê ku mimkûn e ku êş wekî ênêrjî ji bo pêşxistina têkilîyan, wekî derfetek ji bo derketina ji çerxa pevçûyînê bê bikar anîn”.
Ew bawer dike ku ev yekane rê ye ji bo welatên ku têkilîyên wan yên aloz li herêmê hene, ku wê bihêle ew qet venegerin serdema pevçûyînan.
Jûravlyovayê daye kifşê: “Dema ku em behsa têkilîyên nakok dikin, Ermenîstan û Adirbêcan, Ermenîstan û Tirkîya derdikevin pêş, ku xuya ye bûne rehîneyên rewşa heyî. Ev yek ji bo Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî jî bi heman rengî derbaz dibe. Sî sal ji hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê û bidawîbûna şerê Sar derbaz bûye, lê welat hîn jî di rewşeke nakok de ne, ku zincîreke girtî ye û nahêle her kes bigihîje sînoreke nû di têkilîyan û derfetên ku ev têkilî peyda dikin. Ji bo girtina biryarên pêwîst ji bo derketina ji rewşê û guhertina çîrokan, îradeya sîyasî û wêrekî hewce ne”.
Li gorî pispor, her welatek dikare beşdarî pêkanîna projeyên herêmî bibe, û ji bo vê armancê ye ku fikra qadeke hevpar tê belavkirin, ku tê de welat dikarin sûdên aborî yên mezin bi dest bixin.
Pispora rûsî wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ev hemû ji Rûsyayê hewce dike ku gavên mezin bavêje, guhertinên ku li Başûrê Kafkasîyayê diqewimin fêm bike, ji sînorên dîrokî yên çêbûyî derkeve û ji dijwarîyên nû netirse. Ev tam ew e ku înîsîyatîva we ya “Xaçerêya aşîtîyê” armanc dike”.







