
Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hîmê projeya “Rêya jîyanê” danîye û ragihandîye ku ev proje wê li Hewlêrê bibe qonaxeke bipêşketîtir.
Ev proje di nava xelkê de wekî kornîşa Hewlêrê tê naskirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî proje wekî “yek ji projeyên girîng yên Hewlêrê” bi nav kirîye û gotîye:
“Bêguman wê bandoreke wê ya berfireh li ser bipêşketina Hewlêrê ya di warê geştyarîyê de hebe”.
Mesrûr Barzanî her wiha dîyar kirîye ku piştî gelek gilî û gazinên xelkê herêmê “Me biryar da ku ev projeya girîng li vê herêmê bê çêkirin.
Ew wê guherîneke bingehîn di jîyana van taxan û bi giştî ya Hewlêrê de bike û wê bibe yek ji projeyên herî girîng yên li seranserî Kurdistanê”.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kirîye ku cihêkarî di navbera bajarên Kurdistanê de nayê kirin û di nava bajaran de jî cîhêkarî di navbera taxan de nakin.
Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kirîye ku bi qedandina “Kembera kesk û rêya jîyanê” re wê li Hewlêrê qonaxeke nû dest pê bike û ew wê bibe yek ji bajarên herî girîng yên herêmê.
Berê jî Mesrûr Barzanî hîmê kembera kesk ya Hewlêrê danîbû ku bi awayekî bazineyî li derveyî cadeya 150 mêtrî dizîvire.
Mesrûr Barzanî daye zanîn, ew “dilxweş e ku xelk bawerîya xwe bi hukumetê tîne” û gotîye:
“Ev hevkarî û piştgirîya welatîyên hêja yên Kurdistanê, wiha dike ku em ji bo xizmeteke zêdetir ya ji bo xelkê Kurdistanê piştgerm bin”.







