Nêçîrvan Barzanî Reşad Mîran pîroz kirîye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,profêsor Reşad Mîranê ku xelata Pûşkîn wergirtîye pîroz kirîye.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîmeke taybet ya li Krêmlê mêdala Pûşkîn daye zana û kesayetîyê navdar yê kurd profêsor Reşad Mîran.
Profêsor Reşad Mîran bûye yekem kurdê ku ev xelat standîye û di gotara xwe de ji serokê Rûsyayê xwestîye ku zêdetir alîkarîya kurdan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahîyê belav kirîye û gotîye:
“Ez profêsor Reşad Mîran bi germî pîroz dikim ji bo wergirtina xelata dewleta Rûsyayê ku di merasîmeke taybet de û di bîranîna roja Yekîtîya Neteweyî ya Rûsyayê li koşika Krêmlê ji alîyê serokê Rûsyaya Fêdêral birêz Vladîmîr Pûtîn ve pê hatîye bexşîn.
Kar û keda profêsor Reşad Mîran wek pisporê civaknasîya kurdî û zanayekî êtnograf di bipêşxistina pêwendîyên Rûsyayê yên bi kurdan re, bi taybetî jî bipêşxistina pêwendîyên di warên çand, ziman, wêje û dîrokê de, cîhê destxweşî û qedirdayînê ye. Hêvîya berdewamî û serkeftinê jê re dixwazim”.
Reşad Mîran xelat standîye
Di cejna roja Yekîtîya Neteweyî ya Rûsyayê de li koşika Krêmlê merasîma dayîna xelata dewletê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê hatîye lidarxistin.
Ev xelat, ku bi navê helbestvanê mezin yê rûs Alêksandr Pûşkîn hatîye binavkirin, ji sala 1999 a ji bo wan kesayetîyên ku di warên çand, huner û zanistên mirovî de beşdarîyeke bibandor di lêkolîn, parastin û belavkirina çanda Rûsyayê de kirine tê raberkirin.
“Pêwendîyên dûr û dirêj yên Kurdistan û Rûsyayê”
Profêsor Reşad Mîranê ku pisporê civaknasîyê ye û roleke wî ya berbiçev di tevgera sîyasî ya Kurdistanê de hebûye, di gotara xwe de amaje bi pêwendîyên “dûr û dirêj û bihêz” yên Kurdistanê û Rûsyayê kirîye û gotîye ku ew wekî êtnografekî her tim piştgir û alîkar bûye.
Êtnografî şaxeke zanista mirovnasîyê ye û li ser çandan lêkolînan dike.
Reşad Mîran li ser navê xwe û hevkarên xwe yên kurd ji serokê Rûsyayê xwestîye ku ji bo bidestxistina amûrên bi zimanê rûsî zêdetir alîkarîya wan bike.
Mîran di axaftina xwe de anîye ziman:
“Cenabê serok, rêzdar Vladîmîr Pûtin!
Ez pir şa me ku îro di vê civîna bêhempa de beşdar im.
Ez pir kêfxweş im ku min ev xelata We ya taybet wergirt.
Ez pê serbilind im ku hewldan û keda min wek zanyarekî êtnograf li Fêdêrasîyona Rûsyayê bilind hatîye nirxandin.
Di navbera Kurdistanê û Fêdêrasîyona Rûsyayê de pêwendîyên dûr û dirêj û qayîm hene.
Min ji alîyê xwe ve her tim piştgirî daye van pêwendîyan û ji bo xurtkirina dostanîya her du alîyan xebitîme.
Ez hêvîdar im ku pêwendiyên me bi nûnerên konsûlxaneya Rûsyayê re wekî berê berdewam bin û ez jî karibim bi lêkolînên xwe yên dîrokî û êtnografî sûdbexş bim.
Ez dixwazim li ser navê xwe û li ser navê hevkarên min yên rûsîzan daxwazekê raberî We bikim.
Em dixwazin hîn zêdetir pirtûk, kovar û rojnameyên bi zimanê rûsî, bi taybetî jî yên derbarê kurdan û çanda kurdan bigihêjin destê me.
Em dixwazin ku pêwendîya me bi zimanê rûsî re qut nebe.
Careke din ji dil spasîya We dikim”.
Reşad Mîran di dawîyê de bi zimanên rûsî û kurdî spasîya Vladîmîr Pûtîn kirîye.
Profêsor Reşad Mîran di rêxistinên Partîya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de salên 1970 yî de çalak bûye û yek ji wan kesan bûye ku li gel şehîd Leyla Qasim û hevalên wê hatibû girtin.







