Tehran ji ber “Rîya Tramp” ya ku di başûrê Ermenîstanê re derbaz dibe nîgeran e: pispora îranî

Îran ji ber pêkhateya jêopolîtîk ya gengaz ya korîdora veguhastinê ya ku di başûrê Ermenîstanê re derbaz dibe nîgeran e. Nîgeranîya Tehranê ne bi çêkirina rastîn ya rê ve girêdayî ye, lê bi hebûna muhtemel ya Dewletên Yekbûyî yan Îsraêlê li nêzîkî sînorên Îranê ve girêdayî ye. Derheqa wê yekêda cîgira rêvebera înstîtûta lêkolînên îranî-avrasyayî Armîna Armê di hevpeyvîna bi peyamnêrê News. am re gotîye.
Pisporê tekez kirîye ku heta ku rê bi taybetî ji bo armancên veguhastin û aborî bê bikar anîn û sînorê dîrokî yê di navbera Îranê û Ermenîstanê de neguhere, ji bo Tehranê tu pirsgirêk tune.Ewê zêde kirîye: “Heger rê bi taybetî ji bo van armancan bê bikar anîn, Îran wê îtîraz neke û bi xwe dikare ji projeyê sûdê aborî werbigire”.
Armê li ser daxuyanîyên Yêrêvanê ku dibêje çêkirina rê hebûna leşkerî ya Amêrîkayê nagire nav xwe, dîyar kirîye ku Îran bi baldarî tevdigere. “Dîrok nîşan dide ku projeyên aborî yên Amêrîkayê pir caran xwezayek sîyasî û jêopolîtîk digirin. Ev e ya ku Tehranê ditirsîne. Em ji deh salan zêdetir e di bin dorpêçan de dijîn û Waşîngton bêyî beşdarîya Îranê destpêşxerîyan pêk tîne. Başûrê Kafkasyayê dikare bibe beşek ji vê meylê”,-ewê gotîye.
Li gorî pisporê, Îran bi dewreyeke nû ya alozîyê li herêmê eleqedar nîne.Armê tekez kirîye ku “Piştî şerê yekem û duyem yê Qerabaxê, û her wiha şerê li Ûkraînayê, bandora Rûsyayê li herêmê qels bûye, ku ev yek xetereyên nû diefirîne. Em naxwazin Başûrê Kafkasîyayê bibe qadeke pêşbazîyê di navbera hêzên derve de.”
Pisporê di bersiva pirsa li ser bandora bernameyê li ser têkilîyên Ermenîstan-Îranê de destnîşan kirîye ku bingeha wan hîn jî saxlem e. “Têkilîyên di navbera Ermenîstan û Îranê de her tim dostane bûne. Nakokîyên sîyasî tune ne û ez tu sedemek nabînim ku bername wan xera bike. Tehran wê pêvajoyê bi baldarî bişopîne û encamên wê yên rastîn binirxîne”,- Armîna Armê wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Têkilîyên di navbera Ermenîstan û Îranê de her tim dostane bûne. Nakokîyên sîyasî tune ne û ez tu sedemekê nabînim ku bername wan xera bike. Tehran wê pêvajoyê bi baldarî bişopîne û encamên wê yên rastîn binirxîne”.







