Adirbêcan, ku byûcêya xwe ya leşkerî 20 selefî zêde kirîye, ji kirîna çekan ya Ermenîstanê “bi fikar” e

Adirbêcan, ku lêçûnên xwe yên parastinê bi pêncan yekê zêde kirîye, xuya ye ku ji kirîna çekên Ermenîstanê “fikar” e.
Ji bo ku bingehek fermî ji bo îfadekirina “fikar” hebe, Bekû bi berdewamî Yêrêvanê bi “leşkerîkirinê” tawanbar dike.
Serokê kar û barê çapemenîyê yê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayxan Hecîzade, ji APA ê re gotîye: “Milîtarîzasîyakirina Ermenîstanê ji bo Adirbêcanê mijareke girîng ya fikaran e û wekî gefek li ser aramîya herêmê tê dîtin. Helwesta welatê me ya li ser vê mijarê bi awayekî zelal, bingehîn û bi berdewamî ji alîyê din re hatîye ragîhandin. Em bawer dikin ku di qonaxek ku peymanek aşîtîyê hatîye îmzekirin û pêvajoyên destnîşankirina sînor û çareserîyê di rê de ne, çekdarkirina girseyî ya Ermenîstanê li dijî rojeva aşîtîyê ye, astengîya avakirina bawerîyê dike û pêşbazîya çekan li herêmê teşwîq dike”.







