H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan bi serdana du rojê çûye Danyayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 11-12 ê mijdarê wê bi serdan li Danyayêbe.
Wezîr Mîrzoyan wê rastî wezîrê Danyayêyî karên der Lars Lokkê Rasmûsên bê. Hevdîtin û nîqaşên din jî hatine plankirin.
Pirsgirêkên pêşxistina têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstan û Danyayê, her weha kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê di rojevê de ne, bi berçavgirtina serokatîya niha ya Danyayê ya konseya Yekîtîya Avropayê.







