SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: spas bo Xudê dengên PDK ê ji yek mîlyonê derbaz bûn

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Partya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) di peyamekê de spasiya Xudayê mezin û gelê Kurdistanê kirîye, ku dengên PDK ê gihîştin zêdetirî yek milyon dengan.

Ev jî peyama Mesrûr Barzanî ye:

Spas ji Xudayê mezin re û bi helwest û xwesteka welatîyên xebatkar yên Kurdistanê û endamên PDK ê, dengên Partya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) ji yek milyon dengan derbaz bûne û dê di encamên dawîyê de zêdetir jî bibin.

Ez pîrozbahiyê li serok û rêberê gelê me cenabê serok Barzanî dikim.

Ez pîrozbahiyê li birayê xwe yê rêzdar û xweşevî kekê Nêçîrvan dikim ku qebxwaziya yek mîlyonê ragihandibû.

Ez spasî û destxweşîyan pêşkêşî hemî serkirdetî, endam û alîgirên PDK ê dikim.

Ez pîrozbahîyê li hemî gelê Kurdistanê dikim.

Ev serkeftina mezin li pêvajoya demokrasî û hemî gelê Iraqê pîroz be.

Em wê li ser xizmeta hemî kurdistanîyan û welatê xwe bi germ û gureka zêdetir berdewam bin.

Ber bi welatekî tenatir û avedantir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button