Avakirina “Rîya Tramp” wê nîvê sala 2026 a ye duyemîn dest pê bibe

Karê avakirina “Rîya Tramp” tê plankirin ku di nîvê sala 2026 a ye duyemîn dest pê bikin.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dema rûniştina pirs û bersivan bi hukumetê re li parlamêntê gotîye.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku projeyên bi vî rengî pir caran derengmayînên demê çêdikin û gotîye: “Heta dawîya vê salê, emê hemû hûrgilîyan li ser kaxezê binivîsin. Divê em di nîvê yekem yê sala 2026 a li hev bikin û di nîvê duyemîn de jî dest bi xebatên avakirinê bikin. Eve plan”.
Li gorî Paşînyan, rîya hesin wê li ser rêya ku di serdema Sovyêtê de hebû derbaz bibe, ji ber ku çêkirina rîya hesin li beşeke din ne rêalîst e.
“Bergeha gazê û xetên êlêktrîkê wê ji beşa bakûr wê derbaz bibin”,- Paşînyan gotîye.
Ewî her wiha tekez kirîye ku ev pêvajo li ser prînsîpên ku di dêklarasîya Waşîngtonê hatine bicîhkirin hatîye damezrandin, yekparçeya axê, serwêrî, dadwerî, beramberî û neşikandina sînoran.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokkomarê Amêrîkayê Donald Tramp 8 ê tebaxê li Waşîngtonê dêklerasîya îmze kirin, ku yek ji xalên wê dibêje ku Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” (yan TRIPP) li axa Komara Ermenîstanê dîyar bike.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku TRIPP yek ji pêkhateyên înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê ye.
Her wiha armanca TRIPP ew e ku girêdana di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Naxçêvanê de peyda bike.







