Karên Torosyan, Gault & Millau aspêjê herî baş

Aspêjê navdar yê bêlçîkî Karên Torosyan ji alîyê Gault & Millau Belgium ve wek “Aspêjê herî baş” yê sala sala 2026 a hatîye hilbijartin û yek ji xelatên herî bi prêstîj yên gastronomîya avropî ” aspêjê Oskar” wergirtîye.
Merasîma xelatdayînê 4 ê mijdara sala 2025 a li Bryûsêlê, bi beşdarîya 2,000 aspêjan, rojnamevan û mêvanan pêk hatîye.
Rêstoranta Bozar ya Torosyan, ku du stêrkên mîchelin wergirtîye, wekî yek ji baştirîn sazîyên xwarinên xweş li Bêlçîkayê hatîye nas kirin.
Torosyan li ser medyaya civakî nivîsîye: “Xewina min ew bû ku ez bibim aspêjê salê. Dema ku ez cara yekem hatim Bêlçîkayê, min ji aspêjan re mîna stêrkên fîlman rêz digirt. Îro, ew sernav ya min e.”
Karên Torosyan, ku li Ermenîstanê ji dayîk bûye û li Bryûsêlê mezin bûye, wekî yek ji nûnerên herî bi prêstîj yên xwarinên bilind yên avropî tê hesibandin.
Zartonk Medîa dinivîse: “Serkeftina wî ya navneteweyî ne tenê bûye destkeftîyek kesane, lê di heman demê de ji bo tevahîya dîasporaya ermenî jî bûye çavkanîya serbilindîyê”.







