SerekeSîyasî

Serokwezîr Sûdanî li hilbijartinên parlamêntê yên Îraqê de  ser ketîye

Komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinên Îraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamêntîyê weşandîye, li gorî wan  koalîsîya “Nûavakirin û pêşketin” ya bi serokatîya serokwezîr Mihemed Şîa as-Sûdanî  hilbijartinê de bi ser ketîye. Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda ajansa nûçeyan ya Îraqê (INA) ê  ragîhandîye.

Serokwezîr Sûdanî amadebûna xwe ji bo destpêkirina şêwirên ji bo avakirina hukumetê piştrast kirîye.

“Em ê dest bi danûstandinan bikin da ku hukumeteke jêhatî ava bikin”.- ewî gotîye û tekez kirîye ku koalîsîya wî ji bo hemî alîyan, bê îstîsna, vekirî ye. Di heman demê de, ewî soz daye ku berjewendîyên her kesî, tevî yên ku hilbijartin boykot kirine, li ber çevan bigire.

Konfransa rojnamevanaye li Bexdayê, komîsyona bilind ya Serbixwe ya hilbijartinan ragîhandîye ku dengdan li gorî pîvanên navneteweyî hatîye lidarxistin û daye zanîn ku encamên destpêkê nayên îtîrazkirin.

Komîsyonê berê li gorî daneyên ji 99.98 selefê navendên dengdanê, rêjeya beşdarbûna hilbijêran 56.11 selef bûye.

Li gorî Deutsche Welle ê, hevpeymanîya bi serokatîya serokwezîr  1.3 mîlyon zêdetir deng wergirtîye, Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) mîlyonekî zêdetir denga di rêza duyemîn de cîh girtîye. Hevpeymanîya pêşketina bi serokatîya serokê berê yê parlamênta Îraqê Mihemed  al-Halbûsî, bi nêzîkî 945,000 dengan di rêza sêyemîn de cîh girtîye.

Li Îraqê, ku nifûsa wê 46 mîlyon e, 21 mîlyon kes mafê dengdanê hene.

Mihemed al-Sûdanî dixwaze ji bo xula duyem serokwezîr bimîne, lê pispor dibêjin ku şansên wî kêm in ji ber ku koalîsîya parçe bûye. Danûstandinên ji bo avakirina hukumeteke nû ya Îraqê dibe ku hefteyan yan jî mehan bidomin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button