H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan diçe Qibrisê, li wir wê civînên xebatê bike

Bi biryara serokwezîr Nîkol Paşînyan, sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan, şêwirmenda wî Tatêvîk Pêtrosyan û alîkarê wî Sêvak Gahramanyan di mîsyoneke sê rojî wê li Komara Qibrisê bin

Biryarê de wiha tê gotin: “Bi rêberîya beşa 5 emîn ya xala 7 emîn y qanûna “Li ser pêkhat û çalakîyên hukumetê”, li ser bingeha biryarnameyên hukumetê yên hejmar 2335-N yên 29 ê kanûna pêşine sala 2005 a û biryarnameya serokwezîr ya hejmar 1230-N  a 19 ê îlona sala  2018 a:

1. Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanê ewlekarîyê Armên Grîgoryan, şêwirmenda sêkrêtara konsêya ewlekarîyê Tatêvîk Pêtrosyan û alîkar Sêvak Gahramanyan ji 18-20 ê mijdara sala 2025 a û pê ve ji bo civînên xebatê bişînin Komara Qibrisê (Nîkosyayê).

2.Ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê wê li gorî prosêdûra dîyarkirî (rojane-li gorî belgeyên ku lêçûnên rastîn yên çêbûyî îzbat dikin) vegerandina lêçûnên têkildarî rêwîtîya karsazîyê ya endamên şandeyê mîsoger bike.

3.Ji bo zanînê, lêçûnên têkildarî şeva mayîna Armên Grîgoryan û Tatêvîk Pêtrosyanê di dema rêwîtîya wan ya karsazîyê  ji hêla alîyê vexwendî ve têne dayîn.

4.Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehiyê divê piştrast bike ku raporên ku bi qanûnê hatine destnîşankirin, di nav sê rojên xebatê de piştî vegera ji sefera karsazîyê, ji ofîsa serokwezîr ya Komara Ermenîstanê û wezîreta Komara Ermenîstanêye karên re bên şandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button