H’emû nûçeSereke

Ermenistan di xaleke werçerxê de ye:Mxîtar Hayrapêtyan

Ermenîstan wê ji bo herêma me bibe navendeke zanîn, jêhatîbûn û nûjeniya nîvkonduktoran û ji bo cîhanê jî hevkareke pêbawer.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan, li ser LinkedInê nivîsîye: “Ermenistan di xaleke werçerxê de ye.

Salên dawî de, min du pêrspêktîfên bihêz ji civaka me ya têknolojîyê bihîstine: yek ew e ku Ermenîstan dikare bibe neteweyeke rastîn ya hilberîna nîvkonduktor û ya din jî ew e ku potênsîyala me ya herî mezin ew e ku em bibin navendeke lêkolîn û pêşvebirin û endezyarîyê ya cîhanî.

Em xwedî jêhatîyên endezyarîyê yên navneteweyî yên naskirî ne. Em ji niha ve mazûvanîya navendên lêkolîn û pêşvebirina nîvkonduktorên navdar yên cîhanê qebûl dikin.

Hevkarên me yên cîhanî hene ku Ermenistanê ne wek şopîner, lê wek veberhênereke pêşerojê di pîşesazîyên herî pêşketî yên cîhanê de dibînin.

Pêdivî ye ku em hêzên xwe-endezyarên xwe, efirînerîya xwe, leza xwe, berxwedana xwe-bikar bînin û wan veguherînin avantajeke reqabetê ya gerdûnî. Gav bi gav. Sêktor bi sêktor. Nûjenî bi nûjenî. Bi vî rengî welatên piçûk dibin lîstikvanên mezin.

Erka me zelal e:

Ermenîstan wê ji bo herêma me bibe navendeke zanîn, jêhatîbûn û nûjeniya nîvkonduktoran û ji bo cîhanê jî  hevkareke pêbawer.

Ez serbilind im ku sêktora xwe dibînim.

Werin em berdewam bikin ku  bi hev re pêşve biçin.

Pêşeroj li vir tê avakirin. Û em  dest pê dikin”,- wezîr  nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button