H’emû nûçeSereke

Komara Ermenîstanê cara yekem di dîroka xwe de  nava aşîtîyê de dijî: Paşînyan

Sala 2025 a ji bo Komara Ermenîstanê saleke pir girîng e, ji ber ku di 34 salên serxwebûna wê de, cara yekem em dikarin bêjin ku aşîtî hatîye damezrandin. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya di Taştêya Dua ya yekemy ya Komara Ermenîstanê de, ragîhandîye.

Serokwezîr gotîye ku Komara Ermenîstanê cara yekem di dîroka xwe de di aşîtîyê de dijî û  domandîye, ev rêyeke dirêj e bi kîjanê em derbaz bûne, dibe ku pir caran bihîstîye û nizanibûye li rêya ku Xwedê ji bo gel û dewleta me amade kirîye.

Li gorî Nîkol Paşinyan, tiştê ku ji bo takekesan derbaz dibe, ji bo dewletê jî derbaz dibe, û pir girîng e ku têkilîya dewletê bi Xwedê re bê tomar kirin, dîtin û avakirin. Serokwezîr girîngîya bicihkirina prînsîpên Încîlê di çalakîya siyasî û rêveberîya dewletê de tekez kirîye.

Paşînyan behsa reftarên baş yên karbidestên dewletê kirîye û gotîye: “Reftara baş mijarek rêforman e, reftarên baş mijarek rêzikname, kontrol û hevsengîyê ye, lê reftarên baş bêyî hebûna Xwedê ne mimkûn in, reftarên baş bêyî peyva Xwedê ne mimkûn in”.

Nîkol Paşînyan behsa Taştêya Dua ya Dewletên Yekbûyî kirîye û destnîşan kirîye ku pêvajoya aşîtîyê bûyerek e ku di navbera du taştêyên duayê de qewimî ye.

“Sehetên ku duh û îro bi vî rengî derbaz bûne, barkirinek û ênêrjîyeke mezin ya gîyanî didin me ku em hewl bidin ku li ser wê rêyê berdewam bikin yan jî, piştî ji nû ve lêkolîn û îqnakirinê, hewl bidin ku dilsozê wê rêyê bin, û îqina bibin ku em hemî -ez, hukumeta me, dewleta me, tîma rêveber, bi giştî, hemî welatîyên welatê me-li ser rêya ku Xwedê rêberîya me dike dimeşin. Û ez difikirim ku rêya aşîtîyê ew rêya ku Xwedê rêberîya me dike ye”,-serokwezîr gotîye, axaftina xwe bi Zebûr 31 bi dawî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button