Arayîk Harûtyûnyan serdana wargehên kêmneteweyên neteweyî li parêzgeha Araratê kirîye

Serokê kabîneya serokwezîr, serokê konseya kêmneteweyên neteweyî Arayîk Harutyunyan serdana wargehên kêmneteweyên neteweyî li herêma Araratê kirîye, bi niştecihan re civyaye û bi bernameyên ku hatine pêkanîn û yên berdewam re nas bûye.
Wek ku ji ofîsa serokwezîr ve ji “Armenpress” ê re hatîye ragihandin, berî civîna bi niştecîhan re, di kabîneya walîyê Araratê de bi serokatîya Arayîk Harûtyûnyan şêwirmendî hatîye lidarxistin, di dema wê de walîyê Araratê Sêdrak Têvoyan hûrgilîyên li ser bernameyên ku hatine pêkanîn û yên ku berdewam dikin raber kirîye.
Çarçoveya serdanê de, Arayîk Harûtyûnyan bi niştecîhên wargehên Vêrîn Dvînê, Dîmîtrovê, Rançparê û Gûkasavanê re hevdîtin pêk anîye, û tekez kirîye ku maf û pêdivîyên perwerdehî, olî û çandî yên kêmneteweyên neteweyî her gav di navenda bala hukumetê de ne û armanca serdanê ne tenê ji bo nasîna bernameyên ku têne bicîhanîn, lê di heman demê de ji bo nasîna fikar û pirsgirêkên li ser erdê û çareserkirina wan e.
Serokê dîwana serokwezîr her wiha bersiva pirsên niştecîhan daye û talîmatên têkildar daye.







