Krîza ênêrjîyê hat derxistin: pispor deheqa nexebitandina stansîya atomîda

Stansîya Mêsamorêye atomî wê ji bo lênêrîna pêşîlêgirtinê ji bo heyameke 5 mehan, ji 2 mehên asayî dirêjtir, xebatên xwe rawestîne. Hûrgiliyên li ser sedema wê hîn ne dîyar in.Stansîya atomî salê carekê ji bo dagirtina sotemenîya atomî xebatên xwe radiwestîne.
Sê mehên din bi giranî ji bo ji nû ve amûrên têknîkî hatine veqetandin. Pispor dibêjin ku di dema qutbûnê de li welêt di hilberîna êlêktrîkê de tu pirsgirêk tune. Ew destnîşan dikin ku rêbazên altêrnatîv yên hilberîna ênêrjîyê jî hene.
Sala 2026 a saleke balkêş û girîng e di sêktora ênerjêyê ya Ermenîstanê de. Sala bê, dema xebitandina stansîya Mêsamorêye atomî wê deh salên din bên dirêjkirin.Ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî stansîya Ermenîstanêye atomî dişopîne. Pisporên ajansê bi rêkûpêk serdana Ermenîstanê dikin da ku rewşa stansîya atomî kontrol bikin. Sala bê, stansîya atomî wê pênc mehan bê girtin, ne ku du mehan.
Li gorî serokê komîsyona rêkxistina xizmetên giştî Mêsrop Mêsropyan “Stansîya atomîî çavkanîyeke êlêktrîka erzan e. Dema ku ew nexebite, ew bixweber bandoreke neyînî li ser tarîfa giştî dike. Lê ji ber ku me feyde û balîfên darayî yên ku ji hêla xalên din ve têne çêkirin hene, em ê hewl bidin ku wana kêm bikin”.
Gelo krîzeke ênêrjîyê mimkûn e? Pispor dibêjin na.Ara Marcanyan, pisporê torên ênêrjîyê, dibêje ku ne tenê stansîya atomî ye ku li Ermenîstanê ÿlêktrîkê hildiberîne.
“Bi girtina stansîya atomî re, hatina krîzeke ênêrjîyê li Ermenîstanê tê astengkirin. Kapasîteya sazkirinê ya Ermenîstanê têra xwe heye ku wê valatîyê tijî bike. Di salên dawî de, ênêrjîya rojê ya fotovolta bi lezeke bêhempa pêş ketîye. Ew çavkanî li wir e, li Ermenîstanê du stansîyayên termîk hene, Yêrêvan û Hrazdan, ku bi gazê dixebitin. Di dawîyê de, du kaskadên hîdroêlektrîkê hene:Sêvan-Hrazdan û Vorotan, ku ji sê stansîyayê hîdroêlektrîkê pêk tên”.
Di dawîya sala borî de, bi biryara hukumetê, hevaltîke girtî ya hevbeş hatîye damezrandin, ku di hilbijartina modêla stansîya atomîda xizmetên şêwirmendîyê dide hukumetê. Kîjan hilbijartin rast e: guhertoya rûsî, amêrîkî, fransî yan korêyî? Faktorên girîng di hilbijartinê de kapasîteyên pêşnîyarkirî, ewlehî û tenê piştî wan, lêçûn in. Serokwezîr Paşînyan mehek berê di parlamêntoyê de ragîhandîye:
“Me biryareke stratêjîk daye ku rêaktoreke me ya atomîî ya din wê rêaktoreke modûlar ya biçûk be”.
Dema ku mijar tê ser hilbijartina stansîya atomî, nêrîna pisporê ênêrjîyê Ara Marcanyan neguherî ye: ji pêrspêktîva têknolojîk û ênêrjîyê ve, ji bo Ermenîstanê hilbijartina bijarte rêaktorên VVR ne.
“Rêaktorên pir bikêrhatî, pêbawer û cêribandî berhemeke hevbeş ya hevaltîyên rûsî û fransî ne”.
“Ew rêaktorek kompakt e, heta 300 mêgavat, ji alîyê darayî ve erzan e, û ekîb jî dikare biçûk be”.
Lê ew her wiha destnîşan dikin ku ew hîn di jîyana sîvîl de nehatine cêribandin.







