H’emû nûçeSereke

Fransîya di demên baş û dijwar de her tim li kêleka Ermenîstanê bûye: Olîvîê  Dikotînî

Balyozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî di çalakîyekê de ku ji bo salvegera 30 emîn ya sifaretxaneya Fransîyayê li Ermenîstanê hatîye lidarxistin, gotarek raber kirîye.

Wek ku ji alîyê sifaretxaneya Fransîyayê ya li Ermenîstanê  ji “Armenpress” ê re hatîye ragîhandin, Dikotînî destnîşan kirîye ku Fransîya yek ji welatên pêşin bûye ku serxwebûna Ermenîstanê nas kirîye û yek ji hêzên pêşin bûye ku li paytexta Ermenîstanê-Yêrêvanê, sifaretxane vekirîye.

“30 sal berê,7 ê mijdara sala 1995 a, me cara yekem ala xwe li ser vî avayî bilind kir. Divê mirov xeyal bike ka ew serdem çawa bûye, ku ermenî wek “salên tarî û sar” bi bîr tînin. Ermenîstanê hîn jî birînên erdheja sala  1988 a digirt. Ew bi şer re rû bi rû bû, mirovên li Yêrêvanê li park û bûlvaran dar dibirrîn,  ku germ bibin. Ji wê demê ve Ermenîstanê rêyeke dirêj derbaz kirîye”,- balyoz gotîye.

Li gorî balyoz,Yêrêvan bûye paytexteke geş, nûjen û dînamîk, gelê ermenî dêmokrasî hilbijartîye û niha li Avropayê dinhêre.

“Ermenîstanê hevkarîyên xwe yên stratêjîke cûre-cûre kirine. Ermenîstanê cesareta çêkirina aşîtîyê dîtîye, ku ne kêmtir ji cesareta şer e. Ew xwedî wêrekî ye ku dîsa bibe xaçerêyeke herêmê. Me ev rê bi hev re, meşandîye. Sî sal in, Fransîya her gav li kêleka Ermenîstanê bûye, di demên baş û di demên dijwar de. Piştgirîya me ji bo Ermenîstanê, wek ku serokê Komara Fransîyayê gotîye “bê şert, mûtleq û bê şik” e. Ev tiştê ku tîma balyozxaneyê her roj ber bi vê yekê ve dixebite. Di sî salên borî de, ev balyozxane bi girîngî mezin bûye. Qet berê tîma me ewqas mezin nebûye. Qet berê ewqas jin yan karmendên ciwan tevlî balyozxaneyê nebûne. Şaxa ajansa geşepêdana fransî û ofîsa koçberî û întêgrasîyonê ya fransî li Yêrêvanê li vir in. Mîsyona parastinê jî li vir e, ku damezrandina wê ji bo têkilîyên me bi Ermenîstanê re xaleke werçerxê bûye”,- balyoz gotîye.

Balyozê Fransîyayê her wiha behsa xebatên nûjenkirinê yên ku li avahîyê balyozxaneyê têne kirin kirîye û tekez kirîye ku armanca wan ew e ku ji bo karmendên balyozxaneyê şert û mercên çêtir peyda bikin, xizmeteke çêtir bidin hemwelatîyên xwe û Fransîyayê li Ermenîstanê çêtir teslîm bikin.

Olîvîê Dikotînî spasîya xwe ji serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan re anîye ziman, ku di çalakîya ku bi boneya 30 salîya sifaretxaneya Fransîyayê hatîye lidarxistin  amade bûye.

“Ez dixwazim spasîya xwe ya dilsoz ji serokê Komara Ermeniîtanê re dîyar bikim, ku îro bi serdana xwe balyozxaneya me rûmetdar kirîye. Ew bû ku wek şaredarê Yêrêvanê, bi razîbûna serok Têr-Pêtrosyan, ev avahî, mala berê ya lîstikvanê şanoya Sûndûkyan, pêşkêşî me kirîye. Ew dîyarîyeke ecêb û jêsteke xweşik bû, ji ber ku dîplomasî jî şanoyek e. Ez dixwazim bîranîna mîmar Alên Daronyan, ku  sala 2024 a ji me veqetîya û ji hêla hukumeta Fransîyayê ve hatibû erkdarkirin ku xanîyê lîstikvan veguherîne balyozxaneyekê, bi bîr bînim. Ew her weha ew kes bû ku Ermenîstanê bi mîmareke din yê mezin yê fransî, Jan-Mîşêl Wîlmot da nasîn, ku paşê li ser navê şaredarîya Yêrêvanê berpirsîyarîya temamkirina avakirina sembolîk ya komplêksa “Kaskadê” girt ser xwe”,- balyoz zêde kirîye.

Olîvîe Dikotînî ji bo helwesta wan ya dostanî û piştgirîya wan ya berdewam spasîya wezîreta Ermenîstanêye karên der û şaredarîya Yêrêvanê kirîye.

“Ew sî sal in hevkarên me yên dilsoz in. Ez dixwazim spasîya şîrketa ARFRATEC ê bikim, ku ji bo nûjenkirina balyozxaneyê hate efirandin û hîn jî li kêleka me ye. Ez her wiha spasîya xwe ji hemî hevkarên me yên li vir re pêşkêş dikim. Ez dixwazim heyranîya xwe ji bo balyoza me ya yekem, xanim Frans di Artîngê, ku di demên usa dijwar de bingeha têkilîyên me bi Ermenîstanê re danî, pêşî li otêla Hrazdanê, dûv re jî li vê balyozxaneyê, dîyar bikim. Ew di demekê de ku jin bi zorê wê pozîsyonê digirtin, balyoz bûye. Ew ji bo me hemûyan mînakek dimîne. Ez dixwazim bi taybetî hemî balyozên berê û hemî hevkarên me, yên fransî û ermenî, yên ku di nav van dîwaran de  dixebitin, yên ku îro li vir in, yên ku berîya me bûn, û yên ku ji me çûne, bi xêrhatina wan bikim. Bi taybetî, ez dixwazim spasîya xwe ya dilsoz ji karmendên me yên herêmî re dîyar bikim. Balyoz û karmendên bîyanî tên û diçin, jîyana dîplomatîk wiha ye. Hevkarên me yên ermenî dimînin, ew hêza me û bîra me ya sazûmanî ne. Û dilê me diêşe. Ji bo bîranîna Xaçatûr Sarîpoxosyan, ku îsal ji me çû, ji bo bîranîna Hakob Gazaryan, ku çar sal berê ji me çû. Ew îro bi me re nin. Hevalên delal, dibêjin ku hin mal xwedî gîyan in. Ev yek ji bo balyozxaneyan jî derbaz dibe. Ew bîranînên pîrozbahîyan, rojên borî, sohbetên li dora makîneya qehweyê, kêfxweşîya civînan û xemgînîya çûyînan vedibêjin. Ev mala we ye. Hûn hemî li vir bi xêr hatine. Bijî Komar, bijî Fransîya, bijî Ermenîstan û bijî dostanîya fransî-ermenî”,- balyozê Fransîyayê li Komara Ermenîstanê axaftina xwe bi dawî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button