H’emû nûçeSereke

Navê kolaneke Astanayê bi navê Mêsrop Maştos hatîye navkirin

Çarçoveya serdana fermî ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Qazaxistanê, li Astanayê merasîmeke vekirina kolaneke bi navê Mêsrop Maştos tê plankirin.

Wek ku peyamnêrê “Armenpress” ê ji Qazaxistanê ragîhandîye, biryar e ku cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û wezîra  Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyan wê beşdarî merasîma pîrozbahîyê bibin.

Par, di serdana serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comert Tokayêv bo Ermenîstanê, hatîye destnîşankirin ku nîqaş li ser prînsîpa beramberîyê didomin da ku li Astanayê kolan yan park bi navê nivîsara herfên ermenî Mêsrop Maştos û li Yêrêvanê jî bi navê helbestvanê Qazaxistanê û damezrînerê wêjeya Qazaxistanê Abay Kûnanbayêv bên navkirin.

Nîsana îsal de, bi biryara meclîsa Yêrêvanê, parkek li kêleka Kolana Alma-Atayê ya navçeya îdarî ya Avanê bi navê damezrînerê wêjeya qazaxî, Abay Kûnanbayêv hatîye binavkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button