H’emû nûçeSereke

Rojên xizmeta çekdar yên zivistanê û dêmobilîzasyonê hatine ragihandin

Hukumetê biryarek “Li ser ragihandina erka zivistanê û derxistina pêrsonalên leşkerî yên birêkûpêk ji bo xizmeta leşkerî ya mecbûrî ya sala 2025 a” derxistîye.

Li gorî “Armenpress” ê, di daxuyanîya ku ji alîyê hukumetê ve hatîye dayîn tê gotin ku tê plankirin ku heyama ji bo temamkirina hêzên çekdar di çarçoveya mecbûrîyeta leşkerî de ji 7 ê çileya sala 2026 a heta 31 ê çileya sala 2026 a bê destnîşankirin û ji 8 ê çileya sala 2026 a heta 31 ê çileya sala 2026 a, tevî leşkerîya mecbûrî, dêmobîlîzasîyakirina leşkerên ku xizmeta leşkerî ya mecbûrî qedandine bê kirin.

Ev biryar her wiha leşkerkirina welatîyên jin yên ku daxwaza xwe ya tevlîbûna xizmeta leşkerî ya mecbûrî wek leşkerên taybet bi dilxwazî dîyar kirine û her weha welatîyên mêr yên ku di beşa 1.2 ya xala 19 a ya qanûnê de hatine destnîşankirin, rêk dixe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button