Bîyanî jî wê li ser sînor ji ber binpêkirina qanûnên trafîkê bi wesayîtên ku li Ermenîstanê hatine tomar kirin, bên cirmkirin

Welatîyên bîyanî yên ku wesayîtek li Ermenîstanê qeydkirî diajon, wê ji ber binpêkirina qaîdeyên trafîkê cezayê îdarî werbigirin û wê neçar bimînin ku li ser sînor cezayê pere bidin.
Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya qanûna li ser guhertinên qanûna “Li ser taybetmendîyên prosêdûrên îdarî di rewşên binpêkirina rêzikên trafîkê yên ku bi amûrên vîdyoyî yan wênekêşîyê têne tespîtkirin” ji alîyê cîgirê wezîra Ermenîstanêyî karên hundur Armên Xazaryan ji komîtêya Ermenîstanêye daîmî ya parastin û ewlehîyê hatîye raber kirin.
Cîgirê wezîr rêziknameya heyî bi bîr xistîye: niha, dema ku bîyanîyek di wesayîtek ku li Komara Ermenîstanê nehatîye tomar kirin rêzikên trafîkê binpê dike û ev yek bi karanîna cîhazên vîdyoyê yan wênekêşîyê tê tomar kirin, protokol û kiryara îdarî ya li ser binpêkirinê ji kar û barê parastina sînor re tê şandin. Kes li ser sînor agahdarîyê werdigire û erkên xwe yên li himberî Ermenîstanê dide.
Pêşnûme ji alîyê komîtêyê ve hatîye pejirandin û wê di civîna giştî ya parlamenta Ermenîstanê bê nîqaşkirin.







