H’emû nûçeSereke

Papîkyan ji meha çile sedema kêmkirina dema xizmeta leşkerî raber kirîye

Wezîrê  Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan  zelal kirîye ku çima wana biryar da ku dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji 24 mehan ber bi 18 mehan ve dirêj bikin da ku welatîyên ku piştî 1 ê çileya sala 2026 a wê ji bo xizmeta leşkerî ya mecbûrî bên gazîkirin.

Li gorî “Armenpress” ê, Papîkyan  hevpeyvîna bi rojnamevanan re li parlamêntê behsa vê mijarê kirîye.

Ew bi wê nêrînê re  qayîl nebûye ku destnîşankirina roja destpêkirina merîyetê ya pêşnûmeya ku di destpêkê de hatibû belavkirin bo çile li şûna hezîranê di çarçoveya kampanya berîya hilbijartinê de tê kirin.

Wezîr gotîye:”Me bertekên civaka xwe li ber çevan girtine. Heger ev yek hezîranê de biqewimîya, wê neheqî li wan kesên ku piştî 1 ê çile tevlî artêşê bûne bibûya, ji ber ku derfet hebû, hesaban rê da me ku em vê yekê zûtir bikin”.

Piştî belavkirina pêşnûmeyê, dema ku ew li ser platforma e-draftê hate weşandin, dema ku mirovan nêrînên xwe anîn ziman, ji bo hukumetê eşkere bû ku wê rasttir be ku ev ji 1 ê çile ve bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button