Heykelê ” Em çîyayên xwe ne” ya li Arsaxê hatîye vandalîzkirin

Heykerê “Em çîyayên xwe ne” (“bapîr û dapîr”), ku sembola Arsaxê ye, ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye vandalîzekirin. Derheqa wê yekêda fonda Gêxard ê ragîhandîye.
“Vîdyoyên nû li ser medyaya civakî têne parvekirin ku vê yekê îzbat dikin.
Bi taybetî rojnamevanekî adirbêcanî yê ku ji esilê xweva telîşe Rehîm Şalîyêv, li ser mîkrobloga xwe “X” ê nivîsîye û vîdyoyek ji peykerê weşandîye. Şalîyêv destnîşan kirîye ku “Abîdeya dîrokî ya “Em çîyayên xwe ne”, ku wek sembola Arsaxê tê hesibandin, ji hêla adirbêcanîyan ve hatîye vandalîzekirin”.
Vîdyoya ku ewî raber kirîye, nivîsên cûre-cûre bi zimanê azêrî li ser rûyê peykerê xuya dibin.
Şîroveyên li ser posta rojnamevan de, bikarhênereke din vîdyoyek din parve kirîye, ku tê de nivîsên bi zimanê azêrî li ser beşên cuda yên abîdeyê jî xuya dibin.
19 ê îlona sala 2023 a vir ve, piştî êrîşa leşkerî ya Adirêcanê li dijî Arsaxê, paqijkirina êtnîkî ya piştre û koçberîya ermenîyan, peykerê “Em çîyayên me ne” bûye hedefa adirbêcanîyan. Di vê demê de, wêne û vîdyoyên cûre-cûre bi rêkûpêk li ser întêrnetê belav bûne, ku vandalîzma peyker nîşan didin, wêneyên li nêzîkî abîdeyê bi ala Adirbêcanê têne kişandin, û daxuyanîyên êrîşkar li dijî ermenîyan têne kirin û belavkirin.
Car-caran li Adirbêcanê jî daxuyanî li ser hilweşandina vê abîdeya ermenî têne dayîn.
Bi taybetî, di tebaxa îsal de, parlamêntvanê parlamanta Adirbêcanê, serokê partîya “Edalet, hiqûq, dêmokrasî”, Gûdrat Hasangûlîyêv, pêşnîyar kirîye ku peyker bê hilweşandin.
Hasangûlîyêv gotîye: “Peykerê bi navê “Em û çîyayên me”, ku di sala 1967 a de li Xankendîyê (ango Stêpanakêrt) hatîye çêkirin û bûye sembola neteweperestên ermenî û cudaxwazîya ermenî, divê bê hilweşandin û li şûna wî abîdeyeke mezin ji bo rêzgirtina leşkerê Adirbêcanî bê danîn”.
Zanyarê Adirbêcanêyî syasî Ramîz Yûnûs jî nivîsîye: “Ji bijîşkîyê tê zanîn ku dema mêtastaz di laşê mirov de belav dibin, carina mûdaxeleya tavîlê ya cêrrahî pêwîst e. Bi heman awayî, da ku mêtastazên vegirtî yên “yekîtîya” ermenî careke din li ser axa Adirbêcanê xuya nebin, divê ew bi reh û emelîyatê bên rakirin. Ev ji bo hemî abîdeyên serdema Yekîtîya Sovyêtê derbaz dibe, tevî pedestalê kirêt “bapîr û dapîr” ku di sala 1967 a de li Xankêndîyê (Stêpanakêrtê) hatîye sazkirin û li ser armaya bi navê “NKR” hatîye xêzkirin.”
Daxuyanîyên li ser jiholêrakirina şopên ermenîyan li Arsaxê û bi taybetî li Stêpanakêrtê ji hêla parlamêntvanekî din yê parlamêntê, Fazaîl Îbrahîmlî ve jî hatine piştgirîkirin.Ewî destnîşan kirîye ku ew girîng dibîne ku şopên ermenîyan li Xankêndîyê (Stêpanakêrtê) bi tevahî ji holê bên rakirin, û piştgirî daye pêşnîyara parlamêntvan Gûdrat Hasangûlîyêv ya ji bo hilweşandina abîdeya “Em û çîyayên me”. “Li Xankendîyê wêneyên nexweş hene, û bê guman divê ew ji wir bên rakirin…”, parlamêntvan Fazaîl Îbrahîmlî destnîşan kirîye, û dîyar kirîye ku ew kesên ku “meselê wek wêrankirina çandê raber dikin nîyetên xwe yên rastîn vedişêrin, û ev yek divê wek jiholêrakirina nîşanên cudakarîyê bê fêmkirin”.
Tevî sîyaseta vandalîzma çandî ya li Arsaxê, Adirbêcan ji nû ve wek endameke komîtêya mîrata cîhanî ya UNESCO ê hatîye hilbijartin û pabend bûye bi parastina şûnwarên çandî.
Eşkere ye ku mîrata olî, dîrokî û çandî ya ermenîyan ya Arsaxê hîn jî di xetereyê de ye. Bekû dev ji pêvajoya jiholêrakirina şopa ermenîyan ji wargehên Arsaxê, guhertina rûyê ermenîbûna wan û adirbêcanîzekirina wan bernedaye û wê bernede jî”.







