Komîtêya xaçê Sore navneteweyî li ser lêgerîna rêyên dîyalogê bi rayedarên Adirbêcanê re berdewam e: Zara Amatûnî

Komîtêya xaçê Sore navneteweyî dev ji lêgerîna rêyên ji nû ve destpêkirina dîyalogê bi rayadarên Adirbêcanê re bernade.Wek ku “Armenpress” radighîne, seroka ragîhandin û pêşîlêgirtina şandeya komîtêya xaçê Sore navneteweyî Zara Amatûnî , li Gyumri ji rojnamevanan re gotîye, behsa pirsgirêka bidestxistina agahdarîya li ser girtîyên şêr yên ermenî piştî girtina ofîsa xaçê Sor li Adirbêcanê kirîye. Piştî 33 salan xebata li Adirbêcanê, komîtêya xaçê Sore navneteweyî îlona îsal de nûnertîya xwe girt û ji welat dûr ket.
Zara Amatûnîyê gotîye: “Heger em behsa kesên ku li wir hatine girtin bikin, serdana dawî hezîranê bûye, piştî wê me derfet nedît ku em bi wan re hevdîtinan bikin, ji ber vê yekê em ji rewşa wan û pirsgirêkên ku em bi gelemperî di encama serdanan de agahdarî werdigirin haydar nînin. Bêyî ku em bi fizîkî li wir bin, îdî ne mimkûn e ku em hemî pirsgirêkên mirovî yên têkildarî pevçûyînê ku rêxistina me li Adirbêcanê pê re mijûl bûye bişopînin. Pratîka me de rewşên weha kêm in, lê rêxistina me dev ji lêgerîna rêyan bernade da ku dîyalogê bi rayedarên welatê dîyarkirî re ji bo berjewendîya xebata me ya mirovî û ji bo berjewendîya wan kesên ku hîn jî hewceyê parastinê ne, vegerîne” û daye zanîn ku şert û mercên derbarê rawestandina xebata komîtêya xaçê Sore navneteweyî li Adirbêcanê nayên eşkerekirin, ji ber ku beşek girîng ya vê xebatê bi awayekî nepenî tê kirin.
Zara Amatûnîyê gotîye:”Her çi dibe bila bibe, pirsgirêkên mirovî yên têkildarî şerê Qerebaxê niha di navenda bala me de ne li Ermenîstanê. Ev yek mijarên kesên winda, zêdekirina hewcedarî û şîyanên avahîyên dadwerî, û her weha nifûsa sînor e.Hemû ev pirsgirêk, bêyî ku em li Adirbêcanê bin, hîn jî di navenda bala me de ne”.







