Heta sala 2029 a, piranîya nifûsêye mezin wê di bin sîgortaya tenduristîyê ya gerdûnî de be:Avanêsyan

Rûniştina komîtêya daîmî ya tenduristîyêye li parlamêntê, wezîra tenduristîyê Anahît Avanêsyanê pêşnûmeya yasayî ya li ser sîgortaya tenduristîyê ya gerdûnî raber kirîye û tekez kirîye ku ew bingehên pergaleke tenduristîyê ya nû û gav bi gav diefirîne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîrê destnîşan kirîye ku di 3-3,5 salên borî de, fraksîyona “Peymana sîvîl” û hukumetê bi hev re, bi gotinên wê, projeyeke dîrokî pêşxistine, ku di warê tenduristîyê de sîstêmeke nû ava dike.
Avanêsyanê gotîye: “Armanca me ew e ku heta sala 2029 a, piranîya mirovan bigihîjin vê pergalê û bi xizmetên lênihêrîna tenduristîyê yên bingehîn ewle bin”.
Ewê destnîşan kirîye ku qanûn destnîşan dike ku sîgorta wê bi
Avanêsyanê gotîye:”Qanûn ji sifirê ve hatîye pêşxistin û tevahîya çarçoveya qanûnî ya sîgortaya tenduristîyê, ji naveroka pakêtê bigire heya prosêdûra vegerandina pereyan û lêkolîna gilîyan, rêk dixe”.
Wezîrê destnîşan kirîye ku pêşnûme li ser sazîyên sîgorteyê, pakêta sîgorteyê, çarçoveya xizmetgûzarîyan, mêxanîzmayên vegerandina pereyan, prosêdûra avakirina fona dewletê û têkilîyên qanûnî yên di navbera nexweşan, dabînkerên xizmetgûzarîyê û sazîyên din de disekine.
Avanêsyanê gotîye: “Qonaxa yekem wê sala 2026 a dest pê bike, dema ku du kom wê bên sîgortekirin: kesên ku ji hêla dewletê ve têne sîgortekirin, kesên di bin 18 salî de, kesên 65 salî û jortir, kesên astengdar yên di navbera 18-65 salî de (komên I, II, III), û malbatên ku qal bêewlehîya civakî 28 yan jî zêdetir e. Prîma sîgorteyê ya ji bo koma paşin wê bi tevahî ji hêla dewletê ve bê dayîn”.
Li gorî wê, di qonaxa yekem de, ew kesên ku dahata wan ya mehane ya giştî ji 200 hezar dramî zêdetir e jî wê bên nav pergalê.
Di qonaxa duyem de, ji sala 2027 a, kesên ku mûçeyên wan heta 200 hezar dramî ne wê di pergalê de bên navandin û piştre ji sala 2028 a pê ve komên mayî, tevî kesên ku di zevîyên çandinîyê de dixebitin û endamên malbatên wan, wê bên nav pergalê.
Wezîrê destnîşan kirîye ku qanûn çarçoveya xizmetên bingehîn bi zelalî destnîşan dike.







