H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der wê bi serdana xebatê here Bryûsêlê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê 2-3 ê kanûna pêşin bi serdana xebatê li Bryûsêlê be.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragihandine û bi hûrgilî hatîye dîyarkirinê ku  îro, civîna 6 emîn ya konsêya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê bi beşdarîya şanda bi serokatîya Ararat Mîrzoyan hatîye lidarxistin.

Piştî nîqaşan, wezîrê Ermenîstanêyî karên der, nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayêye ji bo sîyaseta der û ewlehîyê ya hevbeş Kaya Kalas û komîsara berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kos wê civîna çapemenîyê ya hevbeş li dar bixin.

3 ê kanûnê, wezîr Mîrzoyan wê li civîna forûma civaka sîvîl ya hevkarîya Rojhilat de  bi axaftin pêşda bê.

Her wiha  rasthatinên dualî jî hatine plankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button