Bloomberg: Tirkîya dikare di nav şeş mehan de sînorê xwe yê bejayî bi Ermenistanê re veke

Bloomberg bi îşaret bi çavkanîyên ku bi mijarê re eleqedar in, ragîhandîye ku Tirkîyayê di nav şeş mehên bê de vekirina sînorê xwe yê bejayî yê bi Ermenîstanê re difikire.
Ajans bîr dixe ku Tirkîyayê sala 1993 a de, di çarçoveya hevgirtina bi Adirbêcanê re li ser nakokiya Qerebaxê, sînor girtiye. Li gorî Bloomberg ê, pêşketina dîplomatîk di têkilîyên bi Bekuyê re û vekirina sînorê bi Tirkîyayê re wê di hilbijartinên hezîranê de avantajeke girîng bide serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan.
Çavkanî radigihînin ku eger ew bi ser bikeve, Beku û Yêrêvan wê karibin di dawiyê de peymana aştiyê îmze bikin, piştî wê Tirkîya dikare balyoz li Ermenîstanê destnîşan bike û têkiliyên dîplomatîk vegerîne.
8 ê tebaxê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û Paşînyan piştî civîna sêalî li Waşîngtonê bi serokê Amerîkayê Donald Tramp re, daxuyaniyeke hevbeş îmze kirine. Di wê de heft xal hene ku tekez li ser daxwaza Bekûyê û Yêrêvanê ya ji bo aşîtîyê dikin.
Belgeyêda dîyar dibe ku alîyan metna lihevkirî ya peymana li ser avakirina aşîtîyê û vegerandina têkiliyan îmze kirine û wê ji bo pejirandina wê ya dawî bixebitin.







