H’emû nûçeSereke
Fonda peraye navneteweyî bernama 175 mîlyon dolarî bona Ermenîstanê îzbat kirîye

Fonda peraye navneteweyî bernama 175 mîlyon dolarî bona Ermenîstanê îzbat kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye fînansa ragîhandine.
Nava elametîya fonda navneteweyîda tê dîyarkirinê, wekî nava salên dawîda Ermenîstanê gelek dijwarî bi açixî alt kirine û bi wê yekêva qewînbûna makroêkonomîkî û fînansî xweyî kirîye.Bernama nû bona wê yekêye ku piştgirîyê bidine berdewama rojeva werguhastinên hukumatê ku ew qewîn bimînin û pêşda herin.
Nava elametîyêda xeberdan usa jî derheqa byûcêya dewletêye sala 2026 a da çûye, kîjanêda derheqa hewcetîyên Ermenîstanêye pêşinda, nava wanda parastina sosîyalî,govekên saxlemîxweykirinê û perwerdê, hatîye dîyarkirinê.







