
Vekirina avahiya nû ya konsulxaneya Amêrîkayê li Hewlêrê, ku mezintirîn konsulxaneya wî welatî ye li ser asta cîhanê, wekî destpêka qonaxeke nû ya stratêjîk di navbera Amêrîkayê û Herêma Kurdistanê de tê pênasekirin.
Şêwirmendê bilind yê karûbarên sîyasî û dîplomasî li fermangeha pêwendîyên derve Saman Soranî ji K24 ê re ragihandîye, bi vekirina vê konsulxaneyê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amêrîkayê derbazî qonaxeke stratêjîk ya nû bûne û gotîye: “Amerîka niha wekî hevbeşekî girîng û stratêjîk li Herêma Kurdistanê dinêre”.
Soranî destnîşan kirîye, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo sîyaseta Amêrîkayê li navçeyê girîng e. Amêrîka hewl dide ligel berfirehkirina pêwendiyên dîplomatîk, pêwendiyên bazirganî û aborî, nemaze di warê ênêrjiyê de li gel Hewlêrê xurtir bike.
Rayedarê fermangeha pêwendiyên der tekez kirîye jî, biryara vekirina mezintirîn konsulxaneya cîhanê li Hewlêrê, encama aramîya bajêr û hewldanên serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Li gorî nêrîna Amêrîkayê, Hewlêr li ser asta Rojhilata Navîn paytexta herî ewle û aram e.
Li alîyê din serokê înstîtuta lêkolînên Amêrîkî-kurdî Karoks Xoşnaw jî diyar kirîye, ev pêngav nîşana serkeftina siyaseta dîplomasî ya hukumeta Herêma Kurdistanê ye.
Xoşnaw gotîye: “Di paşerojê de Amêrîka wê vir bike navendeke biryarê ji bo Rojhilata Navîn”.
Niha nûnertiyên 28 welatan, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Avropayê li Herêma Kurdistanê hene. Di nava van 28 welatan de, her pênc endamên daîmî yên encûmena ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî jî cîh digirin.







