Armên Grîgoryan:civaka Ermenîstanê ji bo aşîtîyê bi Adirbêcanê re amade ye

Civaka Ermenîstanê ji bo aşîtîyê bi Adirbêcanê re amade ye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan di çarçoveya “Forûma Dohayê” li panêla bi alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv gotîye.
Grîgoryan gotîye: “Ez dikarim bêjim ku civaka ermenî amade ye, ew aşîtîyê dixwazin, ew piştgirîyê didin pêvajoya aşîtîyê, sazûmankirina aşîtîyê. Em bi tundî wî alî de dixebitin”.
Di panêla nîqaşê de bi mijara “Aşîtîya mayînde ya Ermenîstan-Adirbêcanê: peymana Waşîngtonê û paşerojeke hevpar” Armên Grîgoryan dîyar kirîye ku biryarên ku ji alîyê hukumetan ve têne girtin, girîng e ku di navbera civakan de atmosfêreke bawerîyê jî bê efirandin.
Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê destnîşan kirîye ku “Civaka sîvîl jî di vê pêvajoyê de beşdar e. Di demên dawî de, nûnerên civaka sîvîl ji Bekûyê serdana Yêrêvanê kirine û di heman demê de, nûnerên civaka sîvîl ji Yêrêvanê serdana Bekûyê kirine. Em hêvî dikin ku van çalakîyan bidomînin, bawerîyê di asta civakan de ava bikin”.







